Piştî ku Kobanê hate rizgarkirin û xebatên bawijkirina bajêr ji bermahiyên şer û pevçûanan dest pê kir, tîmên rakirina laşên çeteyên hatine kuştin 600 leş ji bin bermahiyan rakirin.
Welatî.net li gorî jêdereke leşkerî ji bajarê Kobanê da xuya kirin ku tîmên paqijkirina bajarê ji Kobanê ji leşên kesên di encama şerê li bajarê Kobanê mirine ta roja îro 600 leş rakirine, her wiha da xuya kirin ku hêşta gelek term dibin bermahiyên mal û deverên rûxan de mane û ji bo dever bêne paqij kirin pêwîstî bi demeke dirêj heye.
Jêderê ji aliyeke din ve da xuya kirin ku metirsî heye ji ber leş û temên bi bermahiyan de mane, bi teybet di mehin avînê de nexweşî derkevin û belav bibin.
Jêderê diyar kir ku tîmên paqijkirina bajêr hewldidin li gorî Şerîeta Îslamî bêne veşartin, lê hate ragihandin ku gelek welatî razînabin leşên nenas li nav zeviyên wan bêne veşartin.
PUKmedia