Berpirsê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye li Başûrê Kurdistanê Seyîd Umer ragihand ku sibe şanda ENKSê bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bicive.
Berpirsê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye li Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku sibe şandeya ENKSê ku ji her yek ji sekreterê PDK-Sê Siûd Mela, sekreterê Pêşverû Hemîd Hec Derwîş û sekreterê Yekîtî Îbrahîm Biro berî ku biçin Stenbolê wê bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bicive.
Seyîd Umer herwiha got ku eger Serokê ENKSê Tahir Sifûk û cîgirê wî Nimet Dawûd derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û eger ev yek pêk hat rê ew jî ligel Barzanî bicivin.
Seyîd Umer anî ziman ku şanda ENKSê dê bi rêya Stenbolê biçin Cenevreyê û dê li wê derê di konferansa çareserkirina krîzan ku ji aliyê Enstîtuya Karnîcî ve hatiye organîzekirin, bikin.
Rûdaw