Serokwezîrê Êraqê Heyder Ebadî îro duşeme 6/4/2015 bi serdanekê gihêşte Hewlêrê û ji aliyê serokê Herêma Îkurdistanê Mesûd Barzanî û serokê hikûmeta herêmê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî ve hate pêşwazî kirinê.
Nûsîngeha Ebadî di beyannamekê de ku wêneyek ketiye destê PUKmedia`yê têde ragihandiye: Ebadî wê di serdana xwe de li gel berpirsên herêma Kurdistanê kom bibe û li ser plana rizgarkirina parêzgeha Nînewa û hemahengiya li gel hêzên pêşmerge ji bo jinavbirina çeteyên DAIŞ gotûbêj bike.
Her wehaa berdevkê fermiyê bi navê buroya serokwezîrê Êraqê, Se`d Hedîsî jî ji PUKmedia`yê re got: Ebadî wê bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdadê û şerê li dijî terorîstên DAIŞ û rizgarkirina navçeyên ku li jêr destê terorîstan de ne goftûgo bike.
PUKmedia