Kampa Domîzê ya tê naskirin ku mezintirîn kampe ye li herêma Kurdistanê, gelek nivîsgehên rêkirina pereyan li wir hene, herweha gelek şaxên wê li suriyayê û welatên derve jî belav in.
Ferhad (xwediyê nivîsgeheke peran e) got ku bêhtirî deh bîroyan li kampê hene û gelek şaxên wê li deverên kurdî li Sûriyayê hene û herwiha li bajarên ku Kurd li wan hene wek Heleb, Şam û Ladiqiyê jî hene.
Gelek şaxên wan li kampên herêmê yên din li Hewlêr û Silêmaniyê hene, û bi kêmayî melyonek dolar her meh tê şandin ji Rojavayê Kurdistanê re.Şêweya şandina pereyan bi riya toreya Tirkî û bi riya enternêtê wek fêsbûk û watisapê digihin şaxên wan yên li Rojava.
Ji aliyekî din ve hemwelatiyek ji kampê bi navê Mihemed Bavê Xisro got ku şandina pereyan ji bo derveyî herêmê bi vê riyê gelek hesan û lezgîn e.
Kula wan penaberan bû ku nanê xwe yê rojane peyda bikin, gelekan karîbûn pereyên xwe bidin hev û bişînin ji malbatên xwe re li hemû herêmên Rojava da ku ew jî penaber nebin.
Rapor: Buhar Hisên . Domîz