Ebas Kiwarustemî
Werger ji Erebî: Bûyer
–
Weke delîva diho
delîva îro winda bû,
û tiştê mayî
rexneyeke ji rojan re.
– 2 –
Darên teka tek
bi hezaran li çola tenahiya min
Şîn tên.
– 3 –
Li ser zimanê min e
tama arama tal,
wê kîjan şêranî
wê bibe?
– 4 –
Di pêwariya te de
ezû xwe
guftûgoyan dikin,
û bi hesanî,
di her tiştî de
em dighêjin rêkeftinekê.
– 5 –
Di pêwariya te de
rok rok e,
roj roj e
û şev şev e.
Henteşiya te
tevlihevkirineke
ji ronahiya heyvê.
– 6 –
Di pêwariya te de
bi te re dipeyivim,
di henteşiya te de
bi xwe re dipeyivim.
– 7 –
Ez doza pareke
ji te mestir
ji tenahiya xwe dikim.
– 8 –
Di pêwariya te de
roj bîst û çar kat e,
di henteşiya te de
carnan kêmtir e,
carnan bêhtir e.
– 9 –
Hebûna bi te re
min êşkence dike
hebûna min bi min re
min ditirsîne,
ka nebûn?
-10 –
Min bi posteya lezok
nameyeke
tije kîn
wergirt .
– 11 –
Dilê min
ji dijwariya evînê
xeliya ye.