Xalid Umer
Heyv ji bo xatrê buharê
Bûye wek ‘erzêlekê
Navbera Xabûr û Ceqceq
Meşiyam wek pêlekê
Serxweşên agir girêdan
Xwe bi xeml û xêlekê
Kî dizane ku ‘ezazîl
Ketiye tirimbêlekê
Qey dizane serxweşên a
Gir xwe nadin kêlekê
Vê şevê xeftan û hûçik
Bûne mîna sêlekê
Vê şevê destên biçûçik
Radihêjin ķêlekê
Ez nizanim çi re em kurd
Her ku tên ser rêlekê
Mirina bê hay û hempa
Tê ji ‘hind û ‘hêlekê
Na buhar bê xeml û rewş e
Li mi wek kavilekê
Na birîn kûr û xedar e
Berxika min ‘Hesekê
Agirê Newroz û ar e
Dil kulê pepûlekê
Pênciyû çend perperîk çûn
Dor şemala felekê Ax …a…………x
J’we dilê min têkevênê
Hûn bi xêr bên Hesekê













































