Mendȇ War
Bi kizûra bihvela re
bîhna kulîkên biharê dikim
ji vî welatî
Bi malana mexela re
bîhna mast û ça ya sibê dikim
ji vî welatî
Niza çima
ez bîhna hebûnê nakim
ji vî welatî ?
Ev welatê ke ez lî qatî.
***
Xewnên tijî iştexlok
ne berhemên şevê ne
yan min wê bi dîtana
Hevalên zaroktiya min
ne hemu rêbwarên rêya
penaberiyê ne
yan min wê bi dîtana.
Seyranên biharê ne yêd berê ne
yan wê pirsa min bikirane.
Xwedê jî ne ê berêye
yan nuhe ez jî wê nebame.
***
Li nav nexerên sibehê de
Li nav pêlên ba yê bîrîkirnê de
Ez hew xwe ya dibim
Hûn ji li min negerin dostên dilşewat.