Sibê 1ê Nîsanê ye
Bila derew be
Lê bi tenê em ji vê Avdarê xilas bibin!!?
****
Ehmedê Huseynî
Gul, kulîlkan baharan
Hêşinîya ser daran
Pir rindî pir ciwanî
Berîvana ber mîhan
Şanazîya gelê me
Havîna welatê me
Qemerê rabe were
Heyrana bejna te me
Birha te wek kevan e
Biskê te jî dervan e
Tu delala Kurdanî
Porê te wek şevan e
Canê min qurbana te
Ez dilê xwe bidim te
Tu qîza gelê me yî
Şareke sor serê te
Dem jî me re bû xelat
Îro roja me hilat
Berîvana gelê me
Ez çok vedim ber welat
Mehmet Çobanoglu
08.03.2015
Stanbol
*****
Min nan û kevok
Min kitûmitên dilê xwe jî
ji boyî sibehekê
berhev dikirin..
Hetanî ku roj bi ser min de çemiya,
Aniha li Hisiçayê me
Xwîn xwîna min e
Êdî hûn çima dilê min
bi pûnga Xwedê ranapêçin?
Yûnis El Hekîm
ji Erebȋ: Ehmedê Huseynî