Anahȋta Sȋno
Çendȋn birȋn li dil ketin
Bi hȇsiran te pȋne kir
Çendȋ șevȇntirs ȗ tarȋ
Bi kenȇ xwe te imze kir
***
Di malzaroka xewnȇn te de
Çendȋ hȇvȋ ji ber te çȗn
Himbȇz dikȋ ȇș ȗ girȋ
Tim bȇdengȋ dirișme bȗ
***
Bi hȇviya hatina xewȇ
Çendȋ caran bendewar bȗ
Li ber çira demȇn bȇ ol
Her kȇlȋkek giran bar bȗ
***
Li ser tevna șevȇn dirȇj
Her dirȇse xewn ȗ xeyal
Bi evȋnȇ dihejȋne
Dergȗșa zaroka delal
***
Çendȋ caran nȋvȇ șevȇ
Destȇ te li erdȇ ketȋ
Dȋs radibȗ çav miz dida
Șev dibhurȋnȋv raketȋ
***
Ne șev tenȇ, temen pȇ de
Çav ji te re her bekçȋ bȗ
Li hȇviya mezinbȗnȇ
Dil ȗmejȋ tim birçȋ bȗ
***
Dilȇ reben li taxȇn te
Her așiq ȗ qereçȋ bȗ
Qet tȇr nebȗ ji dȋtna te
Tim parsek ȗ xwazgȋnçȋ bȗ
***
Ev in dilȇn dayikȇn me
Welatekȋ bȇ sȋnor e
Evȋnek e serbixwe ye
Ew evȋna herȋ li jor e













































