Di laşê mişextiyê de, bi taya şevên xerîbiyê dikevim. Kesek nîne ku êvarên
Midyadê li min bipêçe. Dîwarên odeya şevbûhêrkên koçberiya min bêxalî ne.
Ti rêwî rastî min nayên, ku destanên di dawa min de li ser ruyê wan bireşînin…
Bawerzîna şeveqa havînê me, hênikahiya binê kolîkên nava werzan, ji hemî
Riyan derketi me…durketi me…
Tama behîvên ter û sêvên kerik ji feryadên min tên. Sardarokên zarokatiya min
û beranê helîlê, xemlûxêza tora nava min e. Nikarim xwe ji giyasêvk û indekoya
çavên Nisêbînê neçinim…
Ez û Beytik ketine çelê hev…
Ku dengê sirsirkan tê ji peyvên şevê, pirpirîkên bêrîkirinê tên di hewin li
Binevşên ser ruyê min. Li tûreşkên bîranînan diawiqim…Nikarim xwe bi sûretên
ser keviran bigûhêzim…Di dergûşa zemên de, hitikek bê bendik û şityar dimînim…
Sibatên sor xwe li nav birînên min didin…
Pepûkeke westiyayî di guhê şevê de, ji dur ve dixwîn e. Difikirim:
Ew kîjan birakujê kurd e, ji poşmanî li ber van dergihê gerdûnê, wiha kelogirî
dixwîn e?…
Sewîlkekî neqişandî, li ser banê dilobêjekê, dideriz e…ez ji ber çembilkê
wî sewîlkî carekedî dirijim… wext nabînim bigihîjim rehê nefelê…Ji mêrgên
welat jî dixeyidim…
Wê gavê dibihîzim ku berfoyê min, ji ser keziyên çiyê gulik gulik di weşihê.
Xwe bi dara heyatê ve hew digrim. Bi hejîrên biçuk re dinifilim…
Dengê Hecîreşkekê bi dilê min ve did e…
Dibêjim: mane Berfo, tayekî beybûnê bu. Min ji ber biska kaniyeke dildariyê
ji bo dilê xwe yê birîndar çinî bû…
Ew peşka ser lêvên du evîndaran bu. Ji ramûsana wanî dawî niqutî bû.
Di navbera karwanê roniya heyvê de, wekîlê silava evîna bû…
Bayê beza hespekî seglawî bû, ji ser hemî sînoran ve qevisti bû…
Vaye ez li virim!
Bila herkes bêndera hezkirina xwe hilîn e.
Û xwedêkî bêjin pîrika xwe ya sersalan:
Bila Berfo careke dî, ji zerka çavên berfîna, zelal zelal,
ji bo min tenê, bi welidîn e…