Wergerandin ji zimanê Erebî bo Kurdî:
Newafê Bişar-Sûriyê. Qamişlo
“Îsal, nameya”Roja Cîhanî Ya Şanoyê”, bi pênûsa derhênerê Polendayê birêz Kirîstov Werlîkoviskî hatiye nivîsandin.”
Bi hêsanî mirov dikare pispor û mamosteyên rasteqîn yên hunera Şanoyê bibîne, lê di vê ger û lêpirsînê de, pêwiste mirov zanibe ku ew kesên şareza, dûrî xirecira sehneyên şanoyê têne dîtin. Nerîn û baweriya wan mamosteyan ew e ku, şano ne alaveke kopîkirina adetên kevin û rewiştan e, yan jî çêkirina qalibên hişk ên bê rewan û can in, lê belê, bê dudilî, ew li kanî, jêder û şepolên wê yên zindî digerin, li wan asoyên fireh ên deveyî holên lîstikê û komên mirovan yên ketine kula dîtin û kopîkirina wêneyekê ji wêneyên cîhanê lêpirsînê dikin.
Li şûna ku em cîhanine nû yên li ser bingeha durustkirina diyalogê bi temaşevanan re rûniştî ye û hest û coşên di bin rûyê tiştan de tevdigerin û pêl didin biafirînin, tenê em wêneyên cîhanê yên berçav dikêşin. Bi rastî, tu tişt mîna şanoyê nikare rastiya hest û coşên mirovan yên veşartî berz û aşkere bike.
Gelek caran, da ku berê min têkeve rêya rastiyê, ez pexşanê dixwînim û her roj bi nivîskarên mîna Franz Kafka, Tomas Man û Marsêl Brost ku hîn berî derdora sed salî, ew bi neman û windabûna Xwedayên Ewropî û şaristaniya wan haydar bûne diramim. Her wiha, îro, ez dikarim navê Makswêl Kotzî jî li wê lîsteyê zêde bikim.
Wan nivîskaran, bi zanist û hestên xwe yên saxlem nemana cîhanê tekez kiribûn. Dema ez nemana cîhanê dibêjim, ne bi wateya nemana jiyanê li ser rûçkê gogzemînê, lê belê, bi wateya nemana van rengê têkilî û peywendiyan di navbera mirovan de dibêjim. Nemana rijêma civakî û serhildanên şoreşger ên li dij wê dibêjim. Ew tişta ku wê demê ew pê hest bûbûn, bi dijwarî îro em wê dijîn.
Me dûmahiya cîhanê dîtiye, û hê jî rû bi rû, bi agir û tewanên rojane yên bi lez, li cih û warine nû diqewimin dijîn, ta radeya ku alavên ragihandina nûjen nagihin wan bûyer û tewanên kirêt ji me re biguhêzin. Paşê, emê bibînin ku ew têne ji bîrkirin û nema di nûçeyan de jî têne weşandin, her wekî tiştek wan nebûye..!
Em bi hatina tirseke mezin hest dibin, bi tirsê dijîn û pê dorpêçkirî ne. Ji bo parastina xwe, nema em dikarin dîwar, birc û kelatan ji xwe re ava bikin, berevajî, îro ew dîwar, birc û kelat bi xwe guhdan û parastina xwe ji me mirovan dixwazin!…Ev yeka han jî, barê ser milên me girantir dike. Me tu hêz nemaye ku em biqelizin, bi dizî, di bin çavan re awirên xwe li pişt dîwar û dergehên girtî bigerînin ka bê çi li wan deran diqewime!…Ji ber vê sedemê bi xwe jî, pêwiste şano hebe û her ew zindî bimîne, da awirên xwe li wan cihên ku nerîn lê qedexe ye bigerîne û rastiyê derîne holê, hêz û hinera xwe jê werbigire.
Efsane hewil dide ku pirsên bê besiv şirove bike, û ji ber ku “efsane li ser bingeha rastiyê rûniştiye”. Mîna çawa Kafka di efsaneyê de guhertina Promîsyos pesin kiriye, tekez ew ê encam û bersivên xwe yên durust bibîne. Hestekî min ê gewre heye ku giringe şano bi wan gotinên li jor hatine rêzkirin bê pesindan, çiku ev cûreyê şanoya li ser bingeha rastiyê hatiye avakirin ku armanca wê lêpirsîn û şirovekirina pirsên bê bersiv e, ew e ya ku ez dixwazim li cîhanê cih bigre û pêşve here. Ji dil û can hêvî dikim ku hemû xebatkarên şanoyê çi yên li ser sehneyên lîstikê, çi jî yên li nav cemawer, bi hişmendî û dilsozî jê re bixebitin.
Wergerandin ji zimanê Erebî bo Kurdî:
Newafê Bişar-Sûriyê. Qamişlo
17.03.2015Z