Ev Name Ya Rojnamevan Şiyar Xelîl e, Ji Zindana Şamê Ji Bo Pîrozkirina Cejna Newrozê Şandiye.
“Ez Gelekî kêfXweş im Ji Ber Ku Newroz Li Kobaniya Delal ya Mîvandar Be Îsal, Ji Ber Wisa Ji Kobaniya Delal Re Silav in Gerim dişînim”
Şiyar Xelîl
Gelê min î hêja, cejna Newrozê li we gişan pîroz be, tim hûn bimînin di xêr û xwşiyê de. Bira û xweşkên delal.. Newroz cejneke pîroz e tê de evîn û azadî dibin weke Mem û Zînê. Bo êş û aşîtî rûyên xwe didin ber ezmanan, û bi hev re dibêjin xudayo bes e ji te re, em in azadiya bi rengan em in Buhar û neştîman, em in her pelek di dîroka li ser min hate girtin, ji ber ku ez azadȋxwez bûm, û min nikarî rûmet biguherta bi koletiyê.
Delalno.. Zindan ne weke koletiyê ye; zindan serbilindayî ye, aşîtȋ ye, zindan weke jiyaneke nuh te fêr dike, û azadî jî li aliyekî din, weke evînê li benda Newrozê ye, ji ber ku paskên xwe veke li ser vê jiyana reş. Dîsa Newroza we pîroz be, û silav in gerim ji mamosteyê mezin Ismaîl Umer re, mamosteyê azadiya bi neştîmaniyeke mezin, silav û sed silav ji rewanê wî yê azad re. Ez gelekî kêfxweş im ji ber ku newroz li Kobaniya delal ya mîvandar be îsal, ji ber wisa ji Kobaniya delal re silav in gerim.
Û li dawiya dawî, vê helbesta biçûk ez diyarî çar perçên dilê xwe dikim “Roşek Ehmed” ji ber ku ew bimîne Newrozeke mezin di dil û rewanê min de.
Çirûskên Çavan
Çirûskên Çavên Min î
Bablîsokên Her Du Bejnê Min î
Newrozeke Biçûk Bû Evîneke Kûr Bû
Di Buhişta Dilê Min De Jiyaneke Pîroz Ava kir..
Erê, Erê Jiyana Min Tu Tim Xezal î, Kejal î, Û Evîndar î
Weke Kulîlkan Mîvandarî..
Erê Newroza Min î
Roşaka Evînê Yî
Bi Ser Min De Hunguv Dibarî
Erê Hevala Vî Dilî…
Hêdî, Hêdî Evîna Min Di Rojên Nêzîk De,
Ez ê Bibim Mîvan Ezê Bibim Çirûskên Herdû Çavên te…
Şiyar Xelîl.. Zindana Şamê
Rojnamevan Şiyar Xelîl ji bajarokê Cindirêsê ye, ku dikeve herêma Efrînê de, sê salan di amojgeha ragihandinê ya zanîngeha Şamê de xwendiye, wek rojnamevanekî serbixwe di kenala “Skaynews” ya erebî de kar dikir. Di 23.4.2013an de bi awayekî hovane rêjîma Sûriyê ew di çayxaneya Sarûca de girt. Berî ku Şiyar Xelîl bê girtin ketibû helmeta alîkariya ku binavê “Himis di dilê me de ye” bû. Piştî girtina wî ragihandina rêjîma Sûriyê ew derxist li ser ekranên xwe wek kesekî ku nûçeyên bêbextî li dijî Sûrî çêdike û belav dikir hat tewanbarkirin.
Şiyar Xelîl ji damezrênerên “Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûrî” bû, û di girtina wî de Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûrî daxuyaniyek derxist, xwestin ji hemû rêxistinên mafê mirov û desteyên parastina rojnamevanan ku li endamê yekîtiya wan xwedî derkevin û di zûtirîn dem de çarenûsa wî diyar bibe û azad ji zindanê derkeve.