” “Tev- Dem” û Meclisa Kurdȋ du pirojeyeyên cuda ne, her yek bi pirojeyekȇ ve girêdayî ye, kûraniya wan pirojeyan dighê ta asta cîhanî, ew ne jixwe re lihev nakin “
Luqman Silêman
Bêguman kuştara Hisîça cihê daxê ye, lê çima ew kuştar çêbû?
Di hemî dever û qunaxan de dema ku pirojeyek netewî û nijadî tunebe û di cihê wê de pirojeyên partîtî cihê wê digrin û hevrikî û berjewendiyên partîtî zêde dibin, hemî derî li pêşiya girȗpê tendirew vedibin.
Ez bawer im heger ku ew mêranî li cem herdû meclisê me hebe û lêvegerekȇ ji xwe re çêbikin li pêşiya miletê xwe li xwe mikur werin, wê nas bikim çima û çawa ew kuştar bi destê komê tendirew di êvara cejnê de li taxa “Miftî” hat çêkirin..! Ȗ çiqasî ew gunehkar in?!
Lê mixabin tucarî berjewendiyên partîtî nahêlin ku ew mêranî bi wan re çêbibe û li xwe mukir werin, ji xwe jî wê cemawerê Kurd vê bacê bidin.! Ez bawer im ta vê rojê pirojeyek ku bikaribe miletê Kurd li Kurdistana Sûrî himbêz bike nehatiye pêşkêşkirin, ne ji partiya û ne jî ji rewşenbîran. Dema ku pirojeyek nebe ji xwe wê ev kuştar jî her dem li ber deriyê me bin.
Îro “Tev- Dem” dixwaze tiştê mayî ji Meclisa Kurdî li ber ba here ta ku meydan bi tevayî ji wê re bimîne, jiber ku ew bi çavê berjewendiyê xwe li her tiştî dimeyzîne, û Meclisa Kurdî jî dixwaze “Tev- Dem” li ber ba here ji ber ew jî bi çavê berjewendiyê xwe li meselê dimeyzîne û ta ku meydan ji wê re bimîne. Her yek ji wan hewildanan dikin bi hemî awayî ta ku yek yê dî bixe û li ser gewdê wî biser bikeve û ji cemawerê bê vîn re bêje: “Mane me ji roja pêşî de ji we re digot ev wisa ne”.!?
Tevgera Kurdî bi hemî beşê xwe baş dizane ku di vê qonaxa hestiyar de nelihevkirin malwêranȋ ye, bi taybet di roja binaxkirina pakrewanê kuştara Hisiça de, ev bi tu pîvanan nayê pejirandin. Gelo heger ku îro ew pakrewn serê xwe ji gorê rakin û bibînin çi hevrikî li ser gewdê wa çêbû wê carekî dî xwe li kurdîtiyê bikin xwedî?
Va em derbasî sala pêncan ji şoreşa Sûrî dibin û hîn teverga Kurdî nikare pirojeyekȇ biafrîne, ka wê pêşeroja Kurdan di Sûriya nû de bi çi awayî bikin rojevê de?. Diyar e ku ta vê gavê li cem Kurdên Sûriyȇ tiştek nîne, wek piroje!? lê wek kesayet zor zehf in, ta vê rojê partiyek ku bikaribe miletê Kurd himbêz bike nehatiye diyarkirin, diyar e ku ev kar be, ev alav bin, ȗ ev piroje bin wê gelek kuştarê wek Kuştara şeva Newrozê bên ser serê miletê Kurd li Sûriyê.
Heger ku nîşanê çaksaziyê ji hinavê tevgera Kurdî diyar nebin wê rewş hîn ber bi kambaxiyê ve here. Ez ji roja pêşî de dibêjim “Tev- Dem” û Meclis du pirojeyeyên cuda ne, her yek bi pirojeyekȇ ve girêdayî ye, kûraniya wan pirojeyan dighê ta asta cîhanî, ew ne jixwe re lihev nakin. Gerek milet vê rastiyê bizanibe, lê mixabin milet bi xwe jî wek partiyan tev bûye, her yek dibêje min ne jê ye bila diya min negrî diya kȇ digrî bila bigrî.!
Ez bawer im kêşeya me bi van ramanan çareser nabe û her dibe kûrtir dibe, jiber ku berjewndî jî himberî vê yekê mezin dibin û ew berjewendiyên xelkê bi hevrika me pêk tên lewma jî ew ê bixwazin ku vê hevriyê kûrtir bikin, agirê nelihevkirinê gurtir bikin. Em bi xwe pif dikin agirê ku dijmin di nav me de vêxistiye ji ber hin berjewendiyên me yên partîtî bi gurbûna agir pêk tên. Bila berjewendiyên partîtiya pêk werin ger ku ew ji gewdê milet bin ne xem e partiyên me wisa dirabin û kiriyarên wan, wê vê encamê diyar bikin.
(Kurd dibêjin heger ku keçik ji anîna zarokan bitirse, bila nezewice, jiber anîna zarokan pir xwîn û xwêdan jê re divê) tevgera Kurdî dibêjin em ji birakuştinê ditirsin. Gelo kesê ku di nav vê hevrikiya we de hatine kuştin hûnê çi ji wan re bêjin?
Ev jî parçek ji helbestek Seydayê Cegerxwîne di dîwana heşta de di rûpela 24 an de gotiye:
Îro bûne bend û hevrikî Ma kes bi ya kes dî dikî?
Dîwan û rist pir çêkirin Bahozê lê da tev birin
Ji bo me Kurdan dar divê Yan zêr yan hevsar divê
Bûme Cegerxwîn hê ji mêj Paqij nekir min ev qirêj.