“Dema ku ez li Newroza 2014 an amade bûm Encumena me ya Kurdî ku nûnertiya 10 partiyên Kurdistanî dike beyanameya xwe ya devkî bi zimanê Erebî got! Wê gavê ji min re diyar bû ku pêşengên me bi carekê re xwe ji ziman şûştine, û hewl didin ku bi hesanî wêje û dîroka vî zimanê resen binpê bikin û têk bibin. Gelo kesê ku ziman û çanda min neparêze, û ji min re pênase neke, Dê çawa pêşengtî û nûnertiya min bike !?”
Ferîd Mîtan
Ziman jêhateke nihadî ye li bal mirovan, û tişta ku mirov û ajalan ji hev cuda dike ziman e. Jiber ku ziman afrênerê raman, plansazî û pêşveçûna hişmendiyê ye, û mînaka ku vê yekê tekez dike, ew e ku bi alîkariya ziman em diramin, dipûnijin û hestên xwe derdibirin. Her wiha ziman navgîna tekane ye ku çand û kevnetoran ji nifşekî dide nifşekî din. Gellek kes dibêjin ku ziman bi tenê komek ji peyv û bêjeyan e, û dibêjin ku her tiştek di jiyanê de beramberî wê bêjeyek heye di ziman de, lê dema ku em danberheviyekê di navbera ziman û bêjeyan de çêbikin, em ê bibînin ku gellek cudahî hene, ji ber ku peyv û bêje her tim bi bûrîna demê re jinav diçin yan jî nûjen dibin, lê belê ziman bi deng û tîp û pergala xwe her û her dimîne.
Her ziman e ya ku netewan ji hev cuda dike, û miletan rengereng dike. Pênase û naskirina ziman ne tenê bi çend xêzan diqede, û bi dawî dibe, lê belê ya giring ew e ku em nirx û giringiya ziman nas bikin û ji xwe bipirsin, gelo ta çi astê me guhdan û danpêdan bi zimanê xwe kiriye, û ta çi radeyê rewşenbîrên me hewldanên pêşxistina ziman kirine? Mixabin,dema ku em vekolîn û hûrbîniyekê li ser ked û kara pêşengên xwe bikin, em ê rastî gellek encamên bi şerm werin. Lê her û her pêşengên me li xwe mikur nayên û her tim paya dikin û dibêjin :Em in parêzerên ziman, em in afrênerên hizra netewî. Lê di nerîna min de zimanê Kurdî bi dewlemendiya xwe kariya hebûna xwe mayinde bike ta vê rojê, jiber ku di tûrikê wêjeya kurdî de 300,000 bêje hene bi tevahiya zaravên xwe û di zaraveya Kurmancî de bihtir ji 60,000 bêjeyan hene. Zimanê Kurdî bi rêzimana xwe xwedî pergalek bi rêk û pêk e, bi hemî rewş û rawe û lêkerên xwe serbixwe ye, û wek zimanekî fermî di cîhanê de xwedî rengekî taybet e.
Tenê bi saya ked û vekolîna kesên mîna Mîr Celadet Bedirxan rêzimana me ya Kurdî bi şêweyek nivîskî hatiya berhevkirin û çapkirin, her û her Mîr Celadet Bedirxan yê bimîne padîşahê wêjeya Kurdî. Berevajî keda kesayetek perîşan û xizan di aboriya xwe de mîna Mîr Celadet, ka binêrin partiyên me kurdan yên xwedî diravdanek berdewam, ji zimanê dayikê re çi kirine? Dema ku ez li Newroza 2014 an amade bûm Encumena me ya Kurdî ku nûnertiya 10 partiyên Kurdistanî dike beyanameya xwe ya devkî bi zimanê Erebî got! wê gavê ji min re diyar bû ku pêşengên me bi carekê re xwe ji ziman şûştine, û hewl didin ku bi hesanî wêje û dîroka vî zimanê resen binpê bikin û têk bibin.
Gelo kesê ku ziman û çanda min neparêze, û ji min re pênase neke, dê çawa pêşengtî û nûnertiya min bike!?