Derengiya şeva borî 1-2/4/2015, balafirên şer ên hevpeymanan çend baregehekî DAIŞ li gundên ser bi qeza Hiwêceyê bombarduman kirin û embareke mezin ya cebilxaneya DAIŞ teqandin.
Jêderekê istixbaratê li artêşa Êraqê ji PUKmedia`yê re ragihand: Balafirên şer çend baregeheke DAIŞ li gundên rojavayê bakûrê qeza Hiwêceyê kirine armanc û hejmarek zor ji terorîstan hatine kuştinê.
Jêderê got: Di encama bombardumanê de li navenda qezayê jî yek ji embarên cebilxaneya DAIŞ hatiye teqandinê û bi temamî hatiye wêran kirinê.
Hemanê jêderê da zanîn ku ji ber ketina bajarê Tikrîtê tirsekî mezin ketiye nava terorîstên DAIŞ û xelkê Hiwêceyê de.
PUKmedia