Rêxistina Lêborîna Navneteweyî “di raporta xwe ya sizayên bidarvekirinê yên sala 2014’an de” da zanîn ku li dinyayê herî zêde darvekirin li Çînê pêk tên.
Di lîsteya darvekirinan de piştî Çînê, bi hejmara 289’an Îran, bi 90’î Erebistana Siûdî û bi 61 darvekirinan jî Îraq tê.
Herwiha Emerîka jî bi hejmara 35 darvekirinan di rêza 5’em de ye.
Di raportê de ji bilî agahiyên li Çînê di sala 2014’an de 607 kes hatine darvekirin.
Eve di demekê de ye ku, di salên dawî de li Misr û Nîjeryayê jî car caran darvekirin pêk tên.
Xendan