Nivîskarê navdar Fredrick Ekman û şêwekar Magnus Bertos dawiya sala borî, pirtûkek bi zimanê swêdî li ser kurdên êzîdî amade kirin, ku ew pirtûk lêkolîneke meydanî ye li ser jiyan û ola êzîdî ye.
Sala 2003 – 2004 bi mebesta lêkolînekê li ser ol û ferhenga kurdên êzîdî, nivîskarên wê pirtûkê serdana Ermenistan û Başûrê Kurdistanê kirin.
Wê pirtûkê pişta xwe bi çend jêderên dîrokî girê daye. Herwiha kurdên êzîdî tê de behsa wan fermanên ku bi ser wan de hatine, dikin.
Kurdên êzîdî, tevê ku gellek ferman û hewlên jinavbirina wan hatine dan, lê dîsa karîne ku ola xwe biparêzin.
Wek wan nivîskaran di pirtûka xwe de, li ser zimanê kurdên êzîdî nivîsandine: Her kesî nikare biçe nava bexçeyê êzîdiyan, ku gerek di serî de li derî dabe da ku derbas bibe, lewma bexçeyê wan her paqij û tendirust maye.
Di wê pirtûkê de hatiye ku, kurdên êzîdî, kêmîneyek in û şanaziyê bi xwe dikin. Wan bi xwîna xwe bexçê êzîditiya xwe av dane û xwe ji hemû êrişan parastine.
Fredrick Ekman ragihand: N”ivîsandina vê pirtûkê, hesteke cuda li cem min çêkir. Ev pirtûk di demekê de hat çapkirin, ku di heman demê de kurdên êzîdî rastî karesateke mezin hatin, ku em karin bêjin rastî qirkirinê hatin.”
Rûdaw