Îro danê êvarê nûnerê Papayê Vatîkanê kardînal Filonî gihîşt bajarê Hewlêr`ê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêr`ê ji aliyê Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînê Kemal Mislim ve hat pêşwazîkirin.
Filonî ku nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya û Vatîkanê jî pê re bû, li firokxaneyê civîneke rojnamevaniyê lidarxist û ragihand, ew ji bona ku, rewşa penaberên Mesîhî yên ji ber şerê DAIŞ`ê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, hatiye Kurdistanê.
Nûnerê Papayê Vatîkanê pesnê Herêma Kurdistanê da û got: Herêma Kurdistanê gelekî alîkariya penaberan kiriye.
Xendan