Kurtefîlma kurdî ya bi navê “Koşka Mêriyan” di festîvala navdewletî ya Swîsrayê de xelata “Baştirîn Kurtefîlm” stand.
Kurtefîlma kurdî ya “Koşka Mêriyan” di 29emîn Festîvala Navdewletî ya Frîborga Swîsrayê de hat xelatkirin.
Çêkerê fîlmê Zana Heme ji Rûadwê re got, çêker û derhênerên navdar ên cîhanê di festîvalê de ji dîtina wê kêfxweş bûn.
Zana Heme diyar kir ku fîlm di festîvalê de hat nîşandan û xelata “Baştirîn Kurtefîlm” stand.
29emîn Festîvala Navdewletî ya Frîborga Swîsrayê duh xilas bû. Di festîvalê de 18 kurtefîlm ji bo standina xelatê, hevrikî dikirin.
Fîlma Koşka Mêriyan, 10 deqîqe ye û ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî ya Germiyanê û Mala Sînemayê ve hatiye çêkirin. Heta niha di gellek festîvalan de beşdar bûye û xelatên baş standiye.
Rûdaw