Berpirsekî Turkmanî li Herêma Kurdistanê ragihand ku şandeke Tirkiya ya bilind di rojên pêş de serdana Herêma Kurdistanê dikin û di nava wê serdanê de jî konsolosa Tirkiyê li baarê Silêmaniyê veke.
Serokê bereya Turkmanî li Herêma Kurdistanê Aydin Marûf got: Şanda Tirkiyê bi serokatiya wezîrê derve yê Tirkiyê (Mewlûd Çawîş oglu û endamtiya wezîrê aborî Nîhad Zîbkçî) û hejmarek berpirsên dinê dê serdana Bexda û Herêmê bikin. Di nava bernameya şandê de vekirina konsolosxaneya Tirkiyê li bajarê Silêmaniyê ye ku dibe duyemîn konsolosxaneya Tirkî li Herêma Kurdistanê.
Bi daxuyaniyekê li gel rojnameya Şerq Ewset re Aydin Marûf gotiye: Vekirina konsolsxaneyê li Silêmaniyê di çarçoveya girîngîdana Enqerê bi vê navçeyêye, Tirkiyê dixwaze hevsengiyekê i navbera hemû aliyan û herêma de çê bike ji ber cudahiyên siyasî ji navçeyekê bo navçeyeke dîtirê li Îraqê. Silêmanî jî cihekî siyasî ya giringe li herêmê û ew ji bo Tirkiyê jî gelekî giringe.
Aydin diyar kir ku şabda Tirkiyê dê gelek mijaran bi serkrdayetiya Herêma Kurdistanê re goftûgo bike û di nava wê de jî pêşxistina pêwendiyên siyasî û aborî di navbera Enqerê û Hewlêrê de ye.
Xendan