lîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan ragihand ku, daxuyaniyên ku birêz Demirtaş û Qendîlê hefteya borî dabûn ne li gor pêvajoyê ne û jehr kirin nav pêvajoyê û atmosfer xerab kirin.
Akdogan li avahiya serokwezîrtiyê bersiva pirsên rojnamevanan da û derheqê pêvajoya çareseriyê de got: “Di pêvajoya çareseriyê de em li qonaxeke girîng in. Daxuyaniyên ku birêz Demirtaş û Qendîlê hefteya borî dabûn ne li gor pêvajoyê ne. Li gor hesasiyetên ku niha pêvajo gihîştiyê nînin û jehr kirin nav pêvajoyê û atmosfer xerab kir. ”
Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê berdewam kir û got: “Tu kes nikare birêz Erdogan weke ku li dijî (Pêvajoya Çareseriyê) ye nîşan bide. Di nava 12 salan de di der heqê vê mijarê de gelek gav hatin avêtin, şoreşên bêdeng qewimîn. Li pişt van hemû şoreşan de îmzeya birêz Serokomarê me heye. Dîsa Pêvajoya Çareseriyê perçeyekî muhim a vîzyona serokomariyê ya birêz Serokomar Erdogan û ya serokwezîrtiya birêz Dawudoglu ye.”
PUKmedia