Balafirên hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê şevê din bombebaranên xwe bo ser navendên DAIŞê li bajarê Tikrîtê dest pê kirin.
Hêza Erkdara Hevbêş a Operasyonên bi Biryarên Xwezayî ragihand li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê êrişên wan bo rizgarkirina bajarê Tikrîtê dest pê kirin û dê berdewam jî bin.
Fermandarê Fermandariya Navend a Hêzên Serbazî ya Amerikayê James Terry diyar kir ku armanca wan herêmên rêxistina DAIŞê xwe li diparêze têk bibin û wiha domand:
“Bi saya wan êrişa hêzên welatên di bin fermandariya Iraqê de li nêzîkî Tikrîtê baştir bikarin tevbigerin û derfetê têkbirina DAIŞê pêk bê.”
Ev nêzîkî mehekê bû ku Artêşa Iraqê û mîlîsên şîe bi piştgiriya Îranê li dijî DAIŞê li Tikrîtê şer dikirin, lê di rojên dawiyê de êrişên wan hatibûn rawestandin.
Hat gotin ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bixwe daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku alîkariyê bide hêzên Iraqê ji bo derxistina bajarê Tikrîtê ji destên DAIŞê.
Fermandarê Hêza Zêrîn a Artêşa Iraqê Fazil Berwarî ji Rûdawê re got: “Operasyona girtina bajarê Tikrîtê yê parêzgeha Selahedînê, pir zehmet bûye, ji ber ku DAIŞ piraniya deveran pir bombe û mayîn kirine. Herwiha li nava bajêr 140 otomobîlên bombekirî amade kirine.”
Li gor zaniyariyên ajansa AFP, balafirên hevpeymaniyê di aliyê îstixbaratê de alîkariya hêzên Iraqê dikin û zaniyariyan derbarê navendên çekdarên DAIŞê li nav Tikrîtê didin hêzên Iraqê.
Tê zanîn ku, hêzên ewlehiyê û artêşa Iraqê û milîsên Heşdul Şeibî yên şîe ji destpêka vê mehê de, dest bi operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê li Parêzgeha Selahedînê kirine.
Fermandeyê hêza Quds a pasdarên Îranê Qasim Silêmanî serperiştiya operasyonê dike.
Tikrît ku di navbera Mûsil û Bexda de ye û ji bo rizgarkirina bajarê Mûsilê jî gelek girîng e.
Rûdaw