Berpirsê Ragihandina Liql 14 yê Partî Demokrat a Kurdistan`ê (PDK) yê bajarê Mûsil`ê Seîd Memozînî bo Malpera Xendan ragihand ku, îro çekdarên terorîst yên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) Qesra Serokê Berê yê Îraq`ê Sedam Husên li taxa Erebiye ya li Bakurê bajarê Mûsil`ê teqandin.
Navbirî got: Piştî rûxana rêjîma berê ya Îraq`ê Fermandarê Hêzên Emrîka li Îraq`ê wek bargeheke serekî ji bo xwe bi kar aniye.
Memozînî amaje bi wê yekê kir ku, piştî Artêşa Emrîka , Artêşa Îraq`ê jî ew Qesra Sedama Husên wek bargeheke leşkerî bi kar aniye, lewra êvareya îro ji aliyê çekdarên DAIŞ`ê ve ew qesir hate teqandin.
Memozînî aşkere kir ku, êvareya îro firokên cengî yên Hevpeymanan bargehek çekdarên DAIŞ`ê li ser Pira Çiwarem ya li naverasta bajarê Mûsil`ê bombebaran kir ku di encam de 8 çekdarên DAIŞ`ê hatin kuştin ku di nava kuştiyan de 2 emîr hene.
Xendan