Namzedekî serokatiya Amerîkayê Ted Cruz dibêje, pêwîst e zêdetir alîkariya kurdan bê kirin û dibe ku kurd bibin leşkerên welatê wan.
Ted Cruz yekem kes e ku esker kir ku ewê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de beşdar be, rexneyê li helwesta welatê xwe di şerê li dijî rêxistina DAIŞê dike û dibêje: “Pêwîst e em zêdetir alîkariya kurdan bikin.”
Duhî, Cruz di hevpeyvînekê de ligel televîzyoneke amerîkî de wiha got: “Hêzên Pêşmerge şerê li dijî DAIŞê dikin. Ew hêz pir bi bandor e. Bi dehan sal e ku dostê Amerîka ne.”
Ted Cruz wiha domand: “Çekên amerîkî yê ku li Iraqê mabû, di destê DAIŞê de ye, lê hevpeymaniyê me yên kurd çekên wan ên pêwîst nîne. Mixabin Hikûmeta Amerîka çekdar ji Bexdayê re dişîne. Ez di wê baweriyê de me ku, dibe Hêzê Pêşmerge bibin leşkerên welatê me.”
Wî namzedekî serokatiya Amerîkayê ragihand: “Bo jinavbirina DAIŞê pêwîstî bi cidîtiyeke zêdetir heye û pêwîst e hemû hewl û pêngavên leşkerî ji bo wê mebestê bên avêtin.”
Rûdaw