Teqîneke xurt bi otombîleke bumbekirî, şeva şemiyê bajarê Tirbepiyê hejand, Tirbespî ya ku 25 KMeyan rojhilatî bajarê Qamişlo Dikeve, piraniya nişteciyên wê kurd in tevî hevjiyanên wan ji Ereb û Siryanan.
Di encama teqînê de 14 kes şehîd bûn û gelek birîndar bûn tev ziyanin aborî mezin gihane avahî û mal û dikanan.
Ji bo seknandin li ser bûyerê navenda (BûyerPress) ev rapirsîn amade kir:
Ehmed Elcasim ji birayên Ereb e, mala wî nêzîkî ciyê teqînê ye got: ʺBirastî, mal hejiya, em derketin bibînin çi heye lê hêzên Asayîşê em vegerandin malên me gotin gelek birîndar hene û di mizgeftan de ji bo dana xwînê bakirin. Ev herêm ji Ereb û Kurd û xiristyanan pêk tê, em jiyaneke aştiyane dijîn, em naxwazin ev seqaya sayî bi çi tiştî girik bibeʺ.
Salim Elhisên (karkerê avakirinê ye) dibêje ku wî weke vê teqînê nedîtiye û berdewam dike: ʺTeqîn bi sedema otombîleke bumbekirî bû, em li vê herêmê Ereb û Kurd û Siryan bira ne, ez nêzîkî cihê teqînê bûm, min dengekî bilind kir, xelk tirsiyan, ez hinek qurbaniyan nas dikim û hiek pakrewan hene hîna me nas nekirineʺ.
Yek ji nişteciyan li wir bû, xwest dîdevaniya xwe pêşkêş bike, got: ʺBixêrhatina we dikim, bila kamîreya we dîdevana bûyerê be, em vê teqîna tundrew ya ku bi destê DAIŞê bi navê Islama tundrew bû şermezar dikin, berê kiryarên xwe yên tundrew didin bajarên me yên aram di bin parastina YPG de.
Ewlehî û aştî bingehên jiyanê ne, eger ji dest me herin wê jiyan ji dest me here, em bangê li her mirovekî dikin ku li ser tawanên ku îro digihin Îraqê jî bisekinin. Em ê xwe bi axa xe ve bigirin, em ê li ser bijîn û li ser bimirinʺ.
Berpirsa Asayîşê (Eytan Ferhad) dît ku mirovayetî kiryarên van koman napejirîne û berdewam kir: ʺWeke we dît ev teqîna dehan e li bajarê Tirbespiyê dibe, DAIŞ û Eniya Nesra bi van kiryarên hovane lawazbûna xwe tekez dikin.
Qurbanî 14 pakrewan in, 25 birîndar Ereb û Kurd in, teqîn nêzîkî firoşgeheke otombîlan pêşberî gaziyê bû, weke win dibînin tu navendên leşkerî li vir tune ne, ew tiştê ku mirovayetî napejirîne dikinʺ.