Hikûmeta Urdunê ragihand ku dê ew beşdarî bernameya navdewletî de ya ji bo perwerdekirina hêzên Pêşmerge û Eşîrên Ereb li Sûriyê û Êraqê li dijî terorîstên DAIŞ bibe.
Wezîrê dewletê ya karûbarên ragihandinê ya hikûmeta Urdunê Mihemed El-Muminî da xuya kirin ku; Dê Urdun di çarçoveya bernemaya navdewletî ya rûbirûbûna li dijî komên çete û terora DAIŞ dê beşdarî xebatên perwerdekirina hêzên Pêşmerge û Eşîrên Ereb ên Sûriyê û Êraqê bibe, her wiha da xuya kirin ku dê dem û navedên perwerde lê bêne kirin di demeke guncew de bête ragihandin.
Muminî di kongira rojnamevanî de ya roja duşemê li baregeha serokwezîtiya Urdunê lidarxist, ragihand ku ev prosa perwerdekirina hêzên Pêşmerge û Eşîrên Ereb di çarçoveya xebatên hevpeymana navdewletî di şerê li dijî terorê de têne birêve birin, nêzî 60 welatên cîhanê beşdarî vê hevpyemanê bûne, her wiha ragihand ku hejmarek ji welatên herêmê jî beşdarî vê prosê bûne lê ew welat bi nav nekirin.
Hêjayî gotinê ye ku Urdun yek ji welatên beşdarî hevpeymana navdewletî ya bi serpereştiya DYE ye li dijî DAIŞ bûye û bi tev hêzên xwe yên esmanî beşdarî êrişên esmanî bi ser çeteyên DAIŞ de bûye, bi teybet piştî DAIŞ balafirvanê dîl yê Urdunî Maaz El-Kesasbe bi şêweyeke hov kuşt, Urdunê êrişên xwe bi çeteyên DAIŞ gurrti kirin.
PUKmedia