Li gor Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûrî (SOHR), ku navenda wê li Londonê ye, ji destpêka îsal ve DAIŞê li Sûriyê 400 zarok kişandine aliyê xwe û ew bi çek kirine.
Cihên ku endamên DAIŞê têkiliyê bi zarokan re çêdikin, cihên giştî ne, wek pêş dibistan û mizgeftan.
Li gor serokê Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûrî, Ramî Abdulrahman, ku ev sazî nêzîkî Artêşa Azad a Sûrî tê hejmartin, endamên DAIŞê berê xwe dane zarokan “ji ber ku şûştina mejiyê wan ji yê mezinan hêsantir e.”
Weke sedemeke din ya biçekkirina zarokan, Ramî Abdulrahman diyar dike ku dibe êdî hejmara mezinên ku tevlî DAIŞê dibin kêmtir dibe, ji ber wê jî pêwîstiya wê rêxistinê bi çekdarên nû hebe.
Li gor Rewangehê, ji destpêka salê ve 120 kes ji Sûriyê û ji derve tevlî DAIŞê bûne, ku ev jî kêmtirîn hejmar e ji dema ragihandina “xilafeta îslamî“ ji aliyê DAIŞê ve.
Sala borî de mehane derdora 1200 kesî tevlî DAIŞê dibûn. Weke sedema vê kêmbûnê jî Ramî Abdulrahman diyar dike ku ev bi hewlên welatên rojavayî yên astengkirina tevlîbûna alîgirên DAIŞê ve girêdayî ye.
Rûdaw