Hekîm Ehmed
Kenê xwe,
pênûsa xwe,
çavên xwe,
deyne ser maseya min
û van sitêran vemrîne,
xwîna te ye îro
roniyê şîr dide.
Ev dem a xewnê ye..
gunehên te, xwe bi te dişon
û riwê te, mîna rojê
ê herî pak û çeleng e,
ne sabûn dibe,
ne rengîn dibe.
Te zanîbû ez ê bêriya te bikim,
bêriya baskên te bikim
ku her sibeh,
hêviyan bi navê te ve dalqînim.
Delalo..!
Vaye tu.. nameyekî,
ne mîna sirûşê ji jor ve,
lê mîna lavijê bi jor de.
Çavên vekirî soza me bûn
Çavên xwe vekirî bihêle,
ez wilo xwe nabînim ha.













































