Bêwar Girpirî.
Hawar û sed hewar
Bera guhdar bikin mirov û cîhan
Bera bibihîzin vî dengî zevî û ezman
Bera ev dilê birîndar
Bibe bi xwîn nebe gemar
Bera ev çavên şil ziwa bibin ronî bidin
Hawar û sed hewar
Ta kengî em ê mênin di bin destan
Bera Kurdistana me serbixwe û azad bibe
Wî çaxî em ê nas bikin serî ji pê
Bera êdî Qada Çar Çira ban bike Qadî
Bera êdî Sêpê werîsê xwe dirêj bike
Û şoreşa Şêx Se’îd ji nû ve destpê bike
Wî çaxî wê dengê zarok û mendalan
Ji dergûş û hêlanan were
Wî çaxî wê sîrê xav li sînga dayika min vegere
Wî çaxî wê Barzanî ji gorê rabe
Û ban bike: Bijî Kurdistan,
Bijî Kurdistan, bijî Kurdistan.













































