Tu xunava ser gula yî
Bê te bilbil bêzar dibe
Tu dilbera min şeyda yî
Min gorî kir bo te her tişt
Bûm suxtê te bê yek nivişt
Lê zalimê lê dilberê binêre
te çi bi min hişt şȋrovek
çi bi te re ye dilo ev ne dadmendȋ ye
tirsê meke ji tu kesî
daxsokên te kes tune ye
Ez bi tenê bûme şeyda
Li xwe dikim xeşma dila
Bila dilber bibe ya min
Wê çax mirin tu bê bila
Azadî osê













































