Çȋrok
-Hejar Hemedanî-
Ev çendek bû, di her tora civakî ya medyayê li hevdu xweş bûbûn, an rasttir li hevdu germ bûbûn. Berê parvekirinên hevdu ecibandin, paşî şîrove, paşî axaftin û paşî ber êvareke kelegerma havînê, daxwaza çayekî kirin. Yê nêr got, -Em dikarin çayekê vexwin? Bersiv piştî dudiliyekê hat, -çima nebe!…
Ji nişkê ve axaftin sekinî, xuya ye, herdu jî weke margestiyê ji werîs ditirse, bi pirseke ‘mezin’ likumîbûn; îja dê çi be?
Wan, êdî agir tev dabû û herduyan pir baş dizanibû ku ew ê bişewitiyana lê weke perperika bengiyê pihêtên êgir, herduyan jî nedikarî xwe li ber vê kelê, vê vekêşiyê, vê azweriyê, zeft bikin. Firêna giyanê wan teqiyabû –heke gotin lê be- û wan pir baş dizanibû ku ew li binê tenekeyekê dikevin.
Tev ji binasê/sûcê çayê bû!? Îja çay! Gelo di vê kelegermê de ma ne diviyabû daxwaza vexwarineke tezî û cemidî bikira, îja çay!… Di kelegerma havînê de çay!.. Em çayekê vexwin; çayeke germ!
Ya mê, zûka xwe ji vê dubendiya çayê daweşand, lê dîsa jî pirsek dihat û mejiyê wê diqidqidand. Îja çay!?
Ya mê nedixwest mêrekî ewqas nas bike ku bizanibe ‘derewan’ dike, yê nêr jî nedixwest jinekê ewqas nas bike ku bizanibe ‘xwe tê bialîne’… Wî wisa gel xwe pênase dikir ku şûşa dilê jinan gava ku pê hesiyan ew mêr, ‘derewan’ gel dike, dişkê û ya mêrî jî gava pê dihese ku jin xwe di giyanê wî dipêçe û dixwaze ‘teşeyekî’ bidê. Lê baş dizanibû ku mêr jî mêraniya xwe ancax bi têkiliya gel jinê binase, jin jî bi têkiliya gel mêrî; ango jê ve pir ron û zelal bû ku mêr û jin; ax û ava hevdu bûn û bihûşt û cehenema herduyan jî di têkiliya gel hevdu de ‘ve-şar-ti-bû.
Ê axir, êdî çay keliyabû û hêdî hêdî dema xwe berdida. Îja di vê kelegermê de çay!…
Piştî westiyana rojê, digel saeta derketina ji kar herduyan qewlê xwe kire yek ku li mala jinikê çayekê vexwin.
Mêr pir bi kelecan bû lê nedida der, jin jî bi hinceta hevkariyê pir cidî bû. Mêr destvala hatibû, nefikirîbû ku hema kulîlkekê jî gel xwe bîne, a rast ne ku hizir nekiribû, lê nedizanî ka dê rastî helwesteke çawa bê, loma jî hinekî dudilî kiribû û di dawiyê de destvala çûbû mêvaniyê.
Pir cidî axivîn. Çay vexwarin, bi hev re li ser kar û barê jinikê hinekî sohbet kirin û mêr rabû çû.
Helbet ev destpêk bû.
Ev hevdîtinên çayvexwarinê hefteyê çend rojan dewam kir. Sohbet vebû, geş bû… êdî mêr gava diçû, gel xwe nanek jî dibir, ligel çayê berşîvek sivik jî dixwarin bi hev re. Jinê çavên xwe tim direvandin, mêr ber ve diçû. Lê herdu jî hinekî dudil, hinekî bi mesafe, hinekî jî şermînî disekinîn.
Heye ku jinê heta wê rojê di jiyana xwe de mêrekî ewqas paşkêş û şermîn nedîtibe, tew ji cihê xwe nelebike… Liv tune, bizav tune!…
Heta wê êvarê… Bîskek dî zeraqa tavê xwe di bin avahiyên bilind re miçand û hilma bayekî germokî rûyê êvarê ramûsand. Stêrk xuya bû, di pişk peykên ser banên avahiyan bûne hêlîna tivîkan. Li xwarê, kolanê çend şêniyên bajarî vedihewandin, nîviya rêkê ji otoyên parkkirî dagirtibû, serê kuçeya milê rastê, seyarfiroşek ku bêhtir dirûvê polîsê veşarî lêbû, di bêdengiya pêşwaziya êvara nû de bûn. Ji germê ye, bi avabûna rojê û piçekî honikbûnê re, jiyanê nû dest pê dikir, li êvarên vî bajarî…
Li ber pencereyekê herduyan, çavek li vê dîmenê gerand. Bêdeng lê kutekuta dilê wan bû. Piştî bîskekê jinikê xwe vekişand û di rûnişdankê de rûnişt, go –Ka em li fotoyên min binêrin! Telefon di nav destî de, mêr hate teniştê rûnişt. Serê herduyan gihîşt hev, na, serê jinikê ser sînga mêrî. Kut kut kut… li jena dilê wî guhdarî dikir. Bayê mê ku ji pişt perdeya tenik dihate hundir û şahidiya wê fesla çayvexwarinê dikir, çaya giyanê wan jî keland.
Hîç neaxivîn, tenê jinikê go –Ev em çi dikin? Û lêvên wan gotin ji wan dizîn. Tenê du laşên tî axivîn, du laşên ku ji zû de hevdu hebandibû û bo hevdu dîn bûn…
Piştî kela xwe di nav nivînan de rêtin, hew dîtin ku di serşokê de weke daralînkekê li hev aliyane. Hê jî li çavên hevdu nenihêrtibûn, jinikê çavên xwe vedişartin, mêr jî…
Çay keliyabû êdî!…













































