M. Nezîr Remo
Hey hewar ka yekîtî
Li nav baza em in têtî
Te bi vir bes bê fihêtî
Geh li jor in geh li jêr in
Ax û kayê win didêrin
Çi ji hev re şûr û kêr in
Ji neyar re dest bi xêr in
Gel li bendî genmê sor e
Ew bi wer ket tenge tore
Milet we kir pare gure
We ew xiste ber bangor e
Hin dibê win hin dibê we
Reçê Kadiz ji efra we
Tilya dêwa armanca we
Wê kengî bê barana we
Dimdim e lingê Tev – Deme
Enkesa jî lêv timtime
Kuwar naqur pênê Rime
Lê kes nîne bêje çime
Zû herin rajin costî ke
Nekin karê poletîke
Nêr poz bidin bihma rîke
Mê bikin karê morîke
Çi bêjim bo we gereke
Can kursiye pir feneke
Ji kêlan re tu baneke
Sed li cem we weke yeke