– Di Ronahȋ TV de tişt vekirȋ ye, dema ku em van tiştan nakin ji qelsbûna karmendên me ne
– Ez bi ” Rêjîma Sûrî ya faşist , misilmanên erebên tundraw, ȗ nûkerên kurdan” re lihev nayêm, ” Ez keça xwe sax dixwazim “.
– Min du caran hewl daye ku ez jiyana xwe bidawî bikim, carekȇ min newêrî bû, û careke nehiştin.
– Mixabin ew kesên ku Helepçeya min ji dilê min vekirin, ji bajarê Helepça bûn!
– Ez ê tenê di 11 adarê de li ber serê Helepeçeya xwe razêm.
– Va dibe salek Helepçeyê 20 deqan jî ji bîra min neçûye, ez pirogramek ji 45 deqeyan pêşkêş dikin 3 caran Helepçê tê bîra min.
– Ez eşkere dikim ku Selîm Berekat kilîta helbestê da min, min digot qey Kurd nikarin behsa xwe bikin.
– Helbesta min di rojnameya ” Tişrîn” de hat weşandin navê wê ” Lelên Dotmam” gengeşek di zankoyê de çêkir.
– dixwazim zû bimirim ji bo bizanibim çi bi Helepçeyê re di wê kêlîkê de çêbû
– Ew qas kîna dinyayê di hundirê welatek piçûk wek Sûrî vala dibe.
– Ne lihevhatina kurdan hişt ku şehîdê me pir bibin, nakokiyên me pir bibin.
– Ragihandina kurdî wek hewîtiyê ye, mixabin!
– Bajarê Qamişlo: Tiştê herî min aciz dike, dema ku dibêjin bajarê Evîniyê ye, Keskî pişta vî bajarê negirt.
– Ez li cihekî kar dikim melyon rexnê min li wan hene.!?
– Di Ronahî tv de, behsa pêşmergeyan bi nebaşî hat gotin, rêveberiya kenala Ronahî tv, rûnişt û biryar hat standin ku nabe wisa li ser pêşmergeyan bê gotin.
– Ji bo ez heyfa xwe ji jiyanê hilînim meqerisiyê pê re dikim.
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan.
Pêşî em dixwazin ku tu xwe ji xwendevanê rojnameya Bûyerpress re bide nasîn?
Ez dixwazim wek Tahyê helbestvan xwe bidim nasîn, ne wek Tahayê mirov, jiber ji xwendevanan re pêwîst e ku kesayetiya vê hevpeyîvîn pê re bûye nas bikin. Navê min Taha Xelîl e, kesekî gundî me, li gundê Xizna hatime jiyanê, ji malbatek pirr normal im, min xwendina xwe heta pola şeşan li gundê Xizna temam kiriye, min salên zarotiya xwe hemû bi şivantiyê re derbas kiriye, tê bîra min ku çaxa ji şivantiyê vedigeriyam, ‘etarek li gundê me hebû, ew bi herdû çavê xwe hafiz bû, pirr pirtûk li rex wî hebûn ban min dikir û min jî jê re dixwendin, dibêjim ku ew dastanên ku min dixwendin, tovê helbestê di hinavê min de çandibûn bê ku ez bizanibim..!
Berûvajî wî, ez birayê gelek xweşka nim, her û her ez li civata wan bûm, zarotiya min di nav wan de bû stran, civat, tilviziyon û radiyo tune bûn, min li wan guhdar dikir. Piştî ku berê xwendina min ket bajarê Qamişlo mîna ku ez herim buhiştȇ, min Qamişlo hîn nas nedikir. Li Qamişlo min fam nedikir çima keçikan lêvên xwe sor dikirin? Çima mîna xuşkên min kiras û xeftanan li xwe nakin? Dibe ku wek min ji xwe re digot ku ew bandora çimentoyê ye.!?
Di sala 1982an de min berê xwe da Şamê ji bo xwendina xwe ya zangoyê bikim, min di amûjgeha şêwekariyê de xwe nivîsî, çend mehan min berdwam kir lê jiber sedema evîndariyê min nedkarî berdewam bikim, yekser min xwe di amûjgeha wêjeya Erebî de nivîsî, di sala 1989an de min bawernameya xwe stand, min di xwendina xwe de dom kir jiber min berê xwe dabû karê siyasetê, ez di despêka xwe de bi Partiya karkerê kurdistanê (PKK) re bûm. Li vir dikarim bêjim we bi kurtî ev e Helbestvan Taha Xelîl e.
– Hûn kengî pêrgî Helbestê Hatin?
Wek min gote we, ku kengî ew tovê helbestê di hinavê min de hate çandin, pola heştan bûm hin hewldanê min ên nivîsandinê hebûn, wê çaxê ji min we ye ku yê helbestan binvîse, pêwîste ku helbesta wî li ser Filestînê be, heta ku ez bûm pola 12an, ew hişiyariya netewî bi min re geş bû, di sala 1984an de helbestên min di hin rojname û kaovarên Sûrî de hatin weşandin, birastî bihna me diçikandin heta ku helbestên me diwşandin. Helbet ji ber ku ez Kurd bûm..!? Ez eşkere dikim ku Selîm Berkat kilîta helbestê da min, min digot qey Kurd nikarin behsa xwe bikin û di rojnamê wan de biweşînin, wî ev canê helbestî da min ku ez fedî nekim behsa “Enteriyê, Hilêliyê” di helbestê xwe de bikim..Wisa bi vî hişî û bi Kilîta Selîm Berekat min navê xwe di nav navên mezin de li Şamê û li hin welatên erebî de çêkir.. Nimûneykê ji bo we ez ê bêjim: Min bi zimanê erebî nivîsand “Ez li ser çok û nîvkê stranên xwe dibêjim”! Helbestvanê ereb ji min re digotin te ev wêne, xeyal ji kû de aniye? Ev fantaziya ye nivîsandinek bêhampa ye.! Wisa dibêjim ku helbest sin’et e, li bîra min e çaxa ku cara yekem helbesta min di rojnameya “Tişrîn” de hat weşandin navê wê ” Lelên Dotmam” di vir de jî sin’et kar bûm, gengeşek di zankoyê de çêkir gotinek Kurdî di rojnameya “Tişrîn” de hatiye weşandin. Ez dikarim di her gav û kêlîkê de helbestê binivîsim! Dixwazim bibêjim eger helbest tenê Îlham ba, çawe tê gotin ku 25 hezar pêxember hebûn wê niha 25 meliyon pêxember hebane, eger mesele tenê Îlham ba.! Ez dibêjim sin’et e.
Gotinek Cahiz heye ji bala min naçe ku dibêje:” Wate li kolanan avêtî ne, ‘ibret bikaranîna wan e” û hew..!
– Heta niha Taha Xelîl kela dilê xwe bi nivîsandina helbestê şikandiye?
Erê helbet, min şikandiye ne bi wateya ku ez hew dikarim binivîsim, gelek kel di dilê min de derdikevin ez bi helbestê wan dişkînim, heta ku kelek din tê, û kel di dilê kurdan de xelas nabe..!
– Şoreşa ku niha li Sûriyayê û li Rojavayê Kurdistanê diqewime, hûn çawa dinirxînin?
Ez biguman dibim ku tiştek li dinyayê heye ku evqas xwîn bo wȇ birje, evqas xelk pakrewan bibin, ez vê pirsê dikim, gelo azadiya mirovan, yan jî welatek yan jî rûmeta mirov hêjaye evqas xwîn evqas can, canê mirov li rex min pîroztir e ji azadiya mirov, jiber ku ez dibînim çi dibe!? Helbet ez nepoşman im ku ev şoreş rabûne, dibînim ku ev tişt divabûn, lê qelen gelek bû..! Ewqas kîna dinyayê di hindirê welatek piçûk wek Sûrî vala dibe, hindirê mirovan xerabû ye, kuştina mirovan bûye tiştek normal, zarok li dîmenên serjêkirinê temaşe dikin, min didît ku şoreşa Sûrî ya herî xweşik bû, û ya herî nexweşik e jî, niha di vê şoreşê de her tişt zelal bûye heval, dijmin, rastî. Şoreşa li Rojavayê kurdistanê nabe ku 70% buhayê herî mezin bidin, ên din paş guhê xwe bidin û dibêjin em xwediyê vê şoreşê ne, fam nakim ku pakrewanê me li mizgefa Qasimo ne, û ew li ser pakrewanê Der’a yê digrîn, tevlî hirmeta min ji hemû pakrewanan re heye. Nelihevhatina kurdan hişt ku şehîdê me pir bibin, nakokiyên me pir bibin, eger biserketin jî wê nema wek berê bin, wê nema her tişt wek berê xweş bin.
– Bîranînek taybet di van rojan de tê, Taha ji bo 11 adarê çi amade kiriye?
Min helbest çêkirine, stran çêkirine, lê ev min têr nakin, Tiştek tenê heye ku min têr dike, ez dixwazim bibêjim:”Ez bi wan re lihev nayêm, bi rêjîma Sûrî ya fasişt, misilmanên erebên tindiraw, nûkerên kurdan re, ez keça xwe sax dixwazim, ez ê vê ji kurê xwe re bêjim, bila kurê min ji kurê xwe re bêje, wek ku keça Kuleyb gotî ez bavê xwe sax dixwazim. Ez ê tenê di 11 adarê de li ber serê Helpeçeya xwe razim. Min ev xistiye dilê xwe û min ji kesekî re jî negotiye.!
Ez û Helepçeyê pir nêzkî hev bûn, dema min nûçeya wê bihîst min nedkarî ez gavekȇ biavêjim, min nedzanî ez li ku de me, her tiştê min û wê wek hev bûn, henekên wê, derwên wê, qehra wê, şeytaniya wê. Va dibe salek Helepçeyê 20 deqan jî ji bîr min neçû ye, ez pirogramek ji 45 deqeyan pêşkêş dikin 3 caran Helepçê tê bîra min, hisreta wê du cara ez şiwtandim kuştina Helepeça di sala 1986an de, wê çaxê min got her tişt li diniya yê hêja nema ye, min got her kes dikare me bikuje di wê êşê de Helpçeyê hat, min hemû êşa xwe dabû keça xwe min ducaran Helpçe winda kir. Mixabin ew kesên ku Helpçeya min ji dilê min vekirin, ji bajarê Helepça bûn! Dibe ku ew jî, ji tirajîdiya Kurdan e, Mixabin nayê şîrovekirin..
– Hîn Taha Xelîl Tahayê berê ye?
Na! Her tiştê min hatiye guhertin, mînak ez nema ji mirinê ditirsim.! Niha dixwazim bimirim, berê yê herî ku ji mirinê ditirsiya ez bûm!, kengî be çawe be li ku de be ne pirsgirêk e, ez gotinê qelew nabêjim dibînim ku keçka min ji welatê min giringtir bû, dixwazim zû bimrim ji bo bizanibim çi bi Helepçeyê re di wê kêlîkê de çêbû!? Ez niha romana Helepeçeyê dinvîsim, ji 175 rûpela ye, tenê şevek e, Helepçeyê çi dikir, û wan di wê şevê de çi dikirin navê wê “Zilamê Mayînkirî” ye, nivîsandina helbestê ji Helepçeyê re hindik e, belengaz e, nikarim jê re tiştan bêjim..helbest ne ya ku tiştan bêje, roman ew e ku tiştan dibêje.
– Ji me re li ser Tahayê rojnamevan biaxive?
Birastî ev kar li min bû bele, rewşek hebû mecbûr bûm ku ez vî karî bikim, heta niha ez poşman im, ez ji siyasetê hez nakim, ez bi dilê xwe diramim, ne ji serê xwe, ez li cihekî kar dikim melyon rexnê min li wan hene.!?
– Ronahî tv wek ku tu di rêvebiriya wê de yî, we xwestiya car caran hin lêkolînên gerim çêkin nimûne” Dosyên gendeliyê”?
Her tişt li rex me vekiriye, dema ku em van tiştan nakin ji qelsbûna karmendên me ne, em gelek pirsan dikin, lê wek dosye me hîn nekirine, û nebihîstine, car caran ew şerê ku li ser wan dezghen dibe ji kînekê ye, em di karê xwe de dixwazin nêzî her tiştî bibin, mînakek tê bîra we ku di Ronahî tv de behsa pêşmergeyan bi nebaşî hat gotin, rêvebiriya kenala Ronahî tv, rûnişt û biriyar hat standin ku nabe wisa li ser pêşmergeyan bê gotin, pêşmerge zarokên me ne, dayikên wan bavên wan cihê hirmeta me ne, siyaset tişteke û karê me tiştek din e, divê hirmet ji pêşmergeyan re hebê.
– Ji bo raya giştî ew bêjera Ronahî tv ku li ser pêşmergeyan axivî, ne siyaseta we bû, û ji bo wilo jî ew ji karê xwe hat dûrxistin?
Helbet, ne siyaseta me bû, siyaseta me di Ronahî tv hirmeta kesayetiya ye, ew kes kî be bila bibe, hirmet jê re heye, eger şaştî hebin wê ew şaşîtî yê kesane bin.! Em dixwazin di karê xwe de pîşekar bin, her kes di Ronahî tv re serbest e çawa karê xwe dike, sînor di karê Ronahî tv tune ne, kî dixwaze were li ser ekranê Ronahî tv bila were çi dibêje ew serbest e li gor pîverên civak û hirmetê jê re..
– Dîse em vegerin Tahayê mirov, piştî ku azadî bê çesibandin, hûnê çi bikin?
Car caran dibêjim ku sax bimînim ez ê ji vir herim, herim kû derê nizanim!?, dibe ku ez herim daristanekȇ, û carna jî dibêjim piştî ku rewş aram bû ez holek mezin ava bikim û fastîvalek helbestî navdewletî li Rojava çêbikim, ez bang dikim ku kî karibe alî min bike, bila were alî min bike, xwesteka ez vê xwenê bi cih bînim, di hola ku di xeyalê min de holek ji bo Sîneme hebe, şano, şêwekarî, Mozîk. Birastî ez nikarim herim ji ber ku Helebçe li vir e, nikarim Dûrî wê herim..
– Wê Taha helbesta dawî ji kê re binivîse?
Bêtir niha ez li ser xwe dinvîsim û dilorînim, ew lorîna stranên xuşik û diya min tên bîra min ez di helbesta xwe de dilorim, dîse ew helbesta dawî ya ku binivîsim wê li ser min be..!
– Taha çiqasî meqerisiyê bi jiyanê re dike? Hûn çiqasî poșan lihev dixin?
Gelekî, digihe astekî ez ji xwe matmyî dimînim. Berê çend mehan ez ze’îf bûbûm, va dîse vegeriyam wek berê, ji bo ez heyfa xwe ji jiyanê hilînim meqerisyê pê re dikim.
– Tu ramiyayî ku wê temenê xwediyê êşan dirêj be?
Na ez dibînim ku wê temenê min nedirêj be, bavê min digot heta ez 100 salî nekim namirim, lê dawî jiyan dikare mirovan pûç bike..
– Taha xwestiye ku jiyana xwe bi destê xwe bi dawî bike.?
Erê, min du caran hewl daye ku ez jiyana xwe bi dawî bikim, carekȇ min newêrîbû, û carekȇ nehiştin, niha ne di serê min de ye, lê dixwazim Helepçeyê bibînim. Niha dixwazim hin tiştan zanibim, hin tiştan bibînim.
– Di yek gotinê de, û di vê qonaxê de, Taha çawe van peyvan şirove dike?
Helbesta Kurdî: Wek Partiyên kurdan e.
Strana Kurdî: Strana çi û halê çi !?
Ragihandina Kurdî: Tune ye.Ragihandina kurdî wek hewîtiyê ye, mixabin!
Bajarê Qamişlo: Tiştê herî min aciz dike, dema ku dibêjin bajarê Evîniyê ye, Keskî pişta vî bajarê negirt, vî bajarî daye her kesî, her kurdekî, di gotinekȇ de nayê.! Niha çilmisiye, lê ew jî meqersiyê bi jiyanê re dike, bajarê ku ewqas şehîd dane, nema diçilmise.
Hezkirin: Min ji kesekî hez nekiriye.
Berê: helbet, berê belkî jinek nema ku min jê hez nekir. Hezkirin westandin jê re divê û Taha nema dikare, çû helez bûrî.
Gotina Dawî:
Gotina dawî xweska em Kurd gelek caran bibêjin em nizanin...
Taha Xelîl”“
Ew ji nifşê salȇn Heștȇyȋ ye, ku helbestê dinivîse.–
li Sûrî û welatên erebî Ji navên aktîfe di dîmena helbestî de.–
– Bi zimanê Kurdî û Erebî helbestê dinivîse.
– Endamê Yekîtiya Nivîskarê Kurd-Sûriyayê ye. Rûmeta endametiyê di Yekîtiya Nivîskarên Nimsayê de wegirtiye.
– Endamê Yekîtiya Nivîskarê Siwêsiriya ye.
– Xelata “Êsliswor” di sala 1999 an de wergirtiye, û wê xelatê didin giringtirîn nivîskar ku wergirandinê bi zimanê Elmanî dike.
Xelata “Helbestvanên Nûjeniyê” Siwîsra 1998–
Ji berhemên wî yên bi Zimanê Erebî:
– Berî ku Dem he Derbas bibe – Qiralekî kor- Bi ku ve Here.
– Bi zimanê Kurdî jî: Şûna Wê
Bi Zimanê Elmanî: Romana “Pirtûka Hevalê Min.–
– Pirtûkek bi Zaravayê Soranî bi navê “Helepçe” helbestvan Letîf Helmet jê re wergirandiye.