Rizo Xerzȋ
Qolinc bi qolinc dilê min li ber serê te bû
Ji dema xwîn-tewrandina damarên kurdîtiya te
Ji dema ku tu bi min qolincî dibû
Zordestan gef li me dixwarin
Ji dema ku piştiyê qamişê li ser milê tebû
Min xwe bi kirasê te digirt, bi dû te de dibezdiyam
Ji roja te bi zorê ez bişîrvekirim
Min digot: tu hêz nikare min ji himbêza te qutbike
Lê ji roja ku mayîn ketin navbera min û te
Qolinc bi qolinc
Xwêdana eniya te ji çavên min diherikî
Her ku bi sûrên Amedê ve hildiperikîm
Tu li ser kulînka min bû
Min li ser bircên sûrê ji 12 şaristaniyan re behsa te dikir
Min helbestên xwe ji tere bi çemê dicleyê ve berdidan
Cara pêşî ku qolincên 12 Adarê hatin te
Min dengê gulleya pêşî bihîst û bi destmalka dilê xwe
Min xwîdana te paqij dikir
Ev zayîna te pir cudabû
Ne mîna hemû zayînên tebû
Xwîn pirtir bû
Qolinc dijwartirbûn
Lê bi dengê gulleya dawî re
Mizgîniya zayîna te giha min
Te navê pêçeka xwe kir serhildan
Zarokên te tev
Bi hewara te ve qoriyan
Netirse dayê,’ êdî em mezin bûne’