Leyla Sadûn – Dêrik
Rast e, rewşa jina Kurd baştir û çêtir e ji rewşa jinên hawîrdorî xwe, û bi taybetî ji rewşa jina Ereb ya ku di nava rewşeke reş û tarî de dijî, û hê dest û hişê wê bi qeyîd û bend in asê girêdayî ye. Lê ev wê wateyê nade ku jina Kurd di rewşeke pirgeştir û pêşketîtir de ye .
Ne veşartȋ ye di civaka Kurdî de zilam bi xwe alîkar e bi jinê re, destên wê digire ,daxwaza pêşveçûna jinê û berevaniya di ber mafê wê de dike. Ev axaftin û daxwaz gelekî tên dubarekirin û bihîstin. Jixwe hin mirov hene bi xurtî û bi pirbûn van gotinan didêrin, lê dema rastî li rastiyê dikeve ew mirov bi xwe dijî gotinên xwe derdikevin û berî her kesî di rûyê jinê û mafê wê de radiwestin. erê, gelekî dibêjin, lê li ser rûyê erdê li gotin û nerînên xwe xwedî dernakevin û wan napêjin.
Ev rengên kes û mirovan pir di nava rêzên rêxistin û partiyan de têne dîtin. Ew ditirsin ji jinê yan bi gotineke dî ew li ser jinê ditirsin, ji ber dibêjin jin dara şikestȋ ye û lawaz e, û nikare bi xwe giraniya barȇ civakê û gotinên wê hilgire, ji ber baweriyê bi şiyan ȗ hêza jinê nayînin, ku jin jî wekî zilam e. Rast e hin tişt hene ku jin nikare bike yan zehmet e pê rabe, lê dive ew bizanin ku jin jî dikare tiştina bike ku zilam nikare bike. Lê dive em bi hev re bigihin wê baweriyê ku herdu du alî ne, her yek ji wana yê dîtir temam dike, dema aliyek wenda bibe, ne xwe kêmasî heye û ew tişt çi be jî, ew sernakeve. Wek çawe zilam xwedî şiyan û hêz e, wisa jî jin di aliyin dî de xwedî hêz e û dikare di gelek aliyan de ser bikeve û serkeftinan bi dest xwe ve bigire .
Ji ber vê yekê jî dive zilam bighe wê baweriyê ku ne ew e yê ku dikare jinê di civakê de xweşik bike û biparêze .
Parastina jinê di stûyê wê de ye, tenê ew di ber parastina xwe de berpirsyar e û em dibînin ku parastina jinê bi hişyarkirin û zanînkirina wê de ye, ji ber dema jin hişyar û zana bibe, wê ew xwe bi hiş û mejiyê xwe bikare xwe biparêze.
ne xwe bi kurtî, em dikarin bêjin parastina jinê di şarezabûn û hişyariya wê de ye.