Ew bûyerên li Hesekê ku vê dawiyê derketin nameyek bû ji aliyê rêjîma hevkara Dai’şê ve ji bo Rojava bi şêweyekî gelemperî û ji Amûdê re bi şêweyekî taybet bû, ji ber kû Amûdê li kantona Cezîrê navanda Xweseriya Demoqratîk e.
Wȇrankera komara Di naveroka nameyê de wisa dihat diyarkirin: wêrankera Komara Mihabadê; ango kamara islam-bazirganî ya Îranê dixwaze Rojava û navanda Kantona Cezîrê li gor me pêwîste tev bigere.
Hêjî gotinên yen di vȇ derbarê de gelê Kurd li herçar xêzên Kurdistan divê bizane ku sala 2015’an jibo me pir giring û pêjînker e, heta radeyekê çarenûsa me di vê salȇ de dê diser pira seratê de derbas bibe, ji ber ku hemȋ berjeng vê yekê destnîşan dike. Bo nimûne: Bûyerên li Cezîra Botan, bûyerên Hesekê û leşkerkirina Îranê li Rojhilat ku hêzên xwe topî ser hev dike, ev hemî berjeng in ku neyarên gelê Kurd li şûna gonaxa piştî Daiş lê tiştekî din amade dikin.
Di heman demê de bersiva peyama Hesekê Rêveberiya Xweseriya Demaoqratîk bi serlêdanekê çû bajarê navborî û bersiv wiha da: Hesekê bi hemî pêkhteyên xwe beşek ji Kantona Cezîrê ye û kes nikare vê jiyana hevbeş di nav me de têk bibe û yê bixwaze me nas bike deriyê me li ser vê binçîneyê ji bo her kesî vekirȋ ye.
Pêwîst e dijminên gelê Kurd di heman demê de bizane ku war ew war e lê buhar nema ew buhar e . îro li Kurdistanê seranser buharek din heye, kulîlk û nefelên wê bi rengê xwîn û berxwedana şehîdana hatiye xemilandin li ser xak û bizava netewa demoqratîk.
Îro Îranê ji herkesî bêtir dizane Kantonên Rojava di dîrokê de cihȇ Komara Mihabadê derbas kir û bişandina peyamekê li vir û yekê li wir bêguman ev çihê nexweşiyê ye li nik neyaran, lê çerxa dîrokê paş de nazîvire û dem li Rojhilata Navîn dema hilweşandina pergala netew-dewlete.
Di qada navnetewî de Emerîka dizane û ji nêz ve dişopîne ku mejiyê sedsala bîstan nema li bejn û bala herêmê tê û li şuna rêjîmên navendî piradîgma konfîdralîzam demoqratîk baştirîn çareserȋ ye ,ji ber ku Liwîsê Şazdemîn û Sedam Hisên di goristanên dîrokê de bingor bûn û nema vedigerin.
Pêşeroj Cewherî