Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê çalakiya “Beza Newrozê” li dar xist.
Şaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak, xwendekar û werzişkar beşdarî bezê bûn.
Li navçeya Sûrê, li ber Birca Bizinê dest bi revê kirin û heta ber parka Sumerê hatin. Kûpa dan sê werzişkarên ewil ên ku di bezê de bi ser ketin.
Şaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanakê got: “Li ser vê erdnîgariyê der heqê newrozê de hem bîranînên me yên xweş û hem jî nexweş hene. Newroz coşa biharekê nîşan dide.”
PUKmedia