Wezareta Bergiriya Amerîkayê vîdeoyeke nû ya bombebarankirina çekdarên DAIŞê belav kir û ragihand ku çend navendên wê rêxistinê hatine têkbirin.
Li gor wê vîdeoya ku nû hatiye belavkirin, li derdora Felluce, Enbar û Kerkûkê çend navend û otomobîlên DIAŞê hatine bombebarankirin û çend yekîneyên rêxistina wêran bûne.
Pentagonê diyar kir ku armanca wan êrîşan ew e ku rêxistina DAIŞê li Iraqê lawaztir bibe û hevpeymaniya navdewletî dê êrişên xwe yên ezmanî berdewam bikin.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê li derdora Kobanî û Hesekê 5 êrişên asmanî hatin pêkanîn û di encama wan êrîşan de jî 3 yekîneyên taktîkî û 2 çeperên DAIŞê hatin rûxandin.
Li gor daxuyaniya Pêntagonê, di wan êrîşan de Awustralya, Belcîka, Kanada, Danimark, Fransa, Urdun Holanda, Brîtanya û Amerîka beşdar bûn.
Li aliyê din ve, Fermandariya Navîn ya Artêşa Amerîka eşkere kir ku di 48 saetên borî de hevpeymaniya navdewletî 17 êrişên ezmanî li dijî DAIŞê li Sûriyê û Iraqê pêk anîne.
Rûdaw