Qesel mehmûd “TEUCÎRUM CHAMAEDRYS” giyayek bejna wê 10 – 40 cm bilin dibe. Mehên hezîran û tîrmehê kulîlkan vedike. Pelên wê û fêkîya wê biçûke, dirûvê pela berûyê lêdixe. Lê pir hûrike. Ji ber ku pela wê wek pela berûyê ye, li hinek cîyan jêre dibêjin berûya erdê. Navê wê yê navnetewî Teucîrum Chamaedrys e. Tirk jê re dibên Kisa Mahmut an jî dalakotu. Ji kevnar de jibo derman ji alîyê Hekîmên Loqman de dixat xebitandin. Niha ji alîyê Tibê derman jê tên çêkirin. Li Kurdistanê wek gîyayek çolî xwe bixwe çêdibe. Kulîlkên wê peyazî (penbe) û peyazîyê vekirî û spî ne. Bêhnek xweş ji kulîlkên wê tê. Lewre Ewropî jibo xweşîkahî, park û baxçên xwe pê dixemilînin.
Madde û mîneralên têde: Rûnên (dohn) firek, (yên dibin gaz ), madeyên taxl, Tamen, Glîkuzît, Sponîn Û hwd.
Kêrhatî: 1- Bedenê hêz dike. 2- Agir dadixe 3- Desttava zirav ( mîzê- îdrarê ) dide avêtin. Alîkarîya avêtina keviran dike. Sekinîna ketina kincan (Adet- herikîna xwînê ) diedilîne. Kuxukê dibire.
Li gor pirtûkên kevnar yên Luqman Hekîman, (wek Pirtûka Îbnî Sîna ya Qanûn Fî Tib ku niha jî li gelek deverên dinyayê dersên Tibî tên dayîn) dibêje, jibo nexweşîyên mexde, şekir, penceşêrê, bawesîrê, zêdekirina hêza cinsî, qelewkirina zarowan, û jibo prostatê jî Qesel Mehmût dihat bikaranîn.
Berkevkirin: Qesel Mehmût hewceye bi çêqan ve bê berhevkirin û di sîberê de li cihek têrheva bê daliqandin. Ku xişk bû, bikin nav firaqên cam, an jî di tûrikên cil de biparêzin. Li gor hewcedarîyê tê xebitandin.
Çayê: 2- kevçîyên şîranî kulîlkên Qesel Mehmût bikin firaxekê, 150 ml avê berdin ser û bikelînin. Ku kelîya ji ser agir rakin û 10 deqan bila dema xwe de bimîne. Paşê bi parzinin bi hinek hingiv tamxweş bikin û vexwin.
Jibo her qedehek ava sar 2 kevçîyên xwarinê kulîlkên Qesel Mehmût bavênê û bila 4 seetan di wê avê de dema xwe bigirit. Paşê biparzinin û hêdî hêdî vexwin.
Melhem: 500 gm rûnê nîvişk an jî yê zeytê bikin firaxekê, 4 gep ( kulm) kulîlkên Qesel Mehmût bavênê û bi hevre sor bikin. Paşê ji ser êgir deynin, bila rojekê bisekine . Paşê bihelînin û piparzinin, bikin firaxekê û têxin sarincokê, li gor hewcedarîyê bi xebitînin.
Xendan