Ferhadê Içmo
Ne Amûdê bû parîs
Ne Kakilo bû re’îs
Têra xewnên me nakin
Sed şel û hezar telîs
Hey Îmadê kakilo
Kuro lawo ma wilo
Çi zû te ji bîrkirin
Ew salên li Qamişlo
Tirên mane bê fargon
Qamişlokê bû kanton
Li Domîz û Berdereş
Pir bûn çadir pir bûn kon
Kakilo serok pirin
Xewn û hêvî tev dimirin
Kulîlkên bihara me
Direvin û difirin
Kakilo were bi lez
Me windakir rez û pez
Li ber têlên sînoran
Em bûne êş û merez
3.1.2015