Rêxistina Boko Heram a tundrew li Nijeryayê, piştgiriya xwe ji bo rêxistina DAIŞê ragihand.
Serokê Boko Heram, Ebû Bekir Şekua di peyameke dengî de, ragihand rêxistina wan Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî wek xelifê pesend kirî ye û ji niha pê de ewê hemû fermanên wî pêk bînin.
Boko Heram duhî li bajarê Maiduguri ya Nîjeryayê êrişek xwekujî pêk anî û di encama wê de 54 kes mirin û zêdetirî 140 kesî jî birîndarn bûn.
Boko Heram di sala 2002 de hat damezirandin û xwendina li ser sîstema rojavayî red kir.
Di sala 2009 de Boko Heram dest bi karên çekdarî kir ji bo ku dewleteke îslamî li Nîjeryayê ava bike.
Boko Heram di Nîsana 2014 de zêdetirî 200 xwendekarên zarok revandin, herwiha heta niha bi hezaran kes kuştine.
Ew grûpa ku piştgiriya xwe ji bo DAIŞê ragihandiye dest daniye ser çend bajaran li bakurê rojhilatê Nîjeryayê û çend êriş jî li welatên derdora wê pêk anîne.
Rûdaw