Di çarçoveya Meşa Jinan a Cîhanê de li Nisêbîn û Qamîşloyê mitîng hatin lidarxistin û jinên cîhanê û rojavayî azadî qêriyan.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di çarçoveya Meşa Jinan a Cîhanê de ber bi sînorê Qamîşlo ve meş hat lidarxistin. Jinên li ser du aliyên sînor bi meşê hatin cem hev li her du aliyan di heman demê de mitîng li dar xistin. Jinên cîhanê û rojavayî li ser sînor li hemberî hev zivirîn û li hemberî pergala desthilatdar a ziman azadî qêriyan.
Piştî lihevhatinê mitîngan bi rêzgirtinê dest pê kirin û bi zimanên tirkî, kurdî, erebî, îngîlîzî û franasî silav hatin şandin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag dîyarkir kû şoreşa jinê ya Rojava berxwedana hemû jinên herêmê û cîhanê ye û wiha axivî: “Îsyana jinan li her derê ye. Jin dê hemû sînoran ji holê rabikin û bitepisînin. Li hemberî berxwedan jinan êdî sînor bê watebûne. Têlên Komara Tirkiyeyê li hemberî me raçandin bê wate ne. Em dê van têlan ji holê rabikin
Endama Kordînasyona KJA’yê Ceylan Bagriyanik a ku di Heyeta îmraliyê de cih digire jî silavên Ocalan ji jinan re ragihand û peyama Ocalan a ku duh li Pirsûsê hate xwendin, xwend.
Di mitîngê de herî dawî Wezîra Jinê ya Kantona Cizîrê Amîna Omerî axivî û destnîşan kir ku jinên Rojavayî bi du merhaleyan têkoşîn dane û gihîştine serkeftine, ew di hemû qadên siyasî û civakî de jiyanê ji nû ve diafirînin.
Xendan