Rêxistina terorîstî ya DAIŞ roja şemiyê 7/3/2015 danê sibehê bajarê şûnwaran (Heder) ya ser bi parêzgeha Musilê wêran dike.
Jêderekê ji parêzgeha Nînewa ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Endamên terorîstên DAIŞ îro şeme danê sibehê bi dozeran bajarê şûnwaran Hederê bi erdê re rast dikin.
Heman jêderê diyar kir ku rêxistina terorîstî hemû diravên kevnar ên zêrî û zîvî ku ji aliyê badişahên Asuriyan ên kevin dihatin bikaranîn û li bajarê Heder dihatin parastin didizin.
Hêjayî gotinê ye ku bajarê heder di destpêka sedsala duyem berya zayîn hatiye avakirin û navenda qeza hederê ye li parêzgeha Nînewa.
PUKmedia