Tîmek ji şûnwarnasan, li nava daristanên welatê Hondurasê yê Amerîka Başûr, şûnwarên 2 bajarên kevnar dîtin, ku dibe ev 600 sal e ku kes neçûbe wî cihî.
Di nava şûnwarên wan herdu bajaran de, meydan, baxçe û darên taybet hatin dîtin. Awayê avakirina wan şûnwaran pir nêzîkî koltûr û şaristaniya Maya ye, lê ew herdu şûnwar heta niha bê nav in ji ber ku nehatibûn dîtin û kesî tiştek li ser wan nizanî bû.
Serokê tîma şûnwarnasan a ku ew herdu bajêr dîtin Chris Fisher ragihand: “Bêguman, ev cihê han, ev 600 sal e ku mirovan nehatinê.”
Chris Fisher belgean li ser gotina xwe tîne û dibêje: “Heta ajelên vê deverê mirov nedîtine. Meymûn bi dû me diketin û tişt ji me re davêtin. Ajelên wir em wek ajelên wehşî didîtin.”
Ew tîma şûnwarnasan ne ji mafê wan bû ku li wir lêkolînên zêdetir bikin û li belgehên zêdetir bigerin, lê hêvî dikin ku di pêşerojeke nêzîk de bi wî karî rabin.
Rûdaw