Wergera ji erebî: Besam Mistefa
Beriya demekê kurdek bi kurdekî re axivî û jê pirsî: Tu ji ku yî? Yê dî lê vegerand: Ez ji Qahtaniyê me. Yanî ji bajarekî ku reh û kokên wî vedigerin ser bapîrekî ereb yê xwerû, dêrîn û kevnare. Dema yê pêşîn pirsyara cihê vî bajarî jê kir, yê dî diyar kir ku navê bajêr “Qibûr Elbîd” bû.
Di nava 30 salî de, navê bajêr du caran hate pelixandin. Carekê bi wergerandina navê kurdî yê bajêr “Tirbespî” bo “Qibûr Elbîd” û carekê bi riya guherandina wî bi yekcarî û girêdana wî bi kokeke dîrokî û “rastkirina kumê dîroka jihişxweçûyî.”
Bi dehan navên ku, niştecîbûna kurdan di cihwarên wan de nîşan didin, hatin girtin. Piştre bi riya wergerandina peyv bi peyv, ev nav hatin sirgûnkirin. Dûre di sirgûna xwe li welatekî erebî yê li bakurê vê sazûmanê de, ev navên kurdî hatin bidarvekirin û şerjêrkirin.
Navê serdemên arkeolojî û qiralên wan û cîwarên hestî û termên wan wek xwe hatin hiştin. Lê ew nav hatin bidarvekirin ku amaje didin miletekî hêj zindî û sax li hin cihên hêj zindî û sax ku dem û dewranê ew bi korîtî li nexşeyan belav kirin, nexşeyên ku bi sînorên bi korîtî hatî danîn vedigevizin û li bin guhê hev dikevin.
Di demekê de ku têlên di navbera neteweyên erebî de wek “parçekirinên” plankirî yên cografyayê, ku ji hêla xayîntî, siyaset, arezû, neheqî û dekûdolabên “yê din” ve hatine dirustkirin hatin dîtin; di heman demê de dîrokê nikarîbû xwe bispêre zimanê nişteciyên xwe, di xeteke erdê di çarçoveya teksta mezin de, da ku amadebûna wan ji cih re bipeyitîne: Wiha, hertim, cih li benda “nijada dahatû” bû, da ku pesindana resenî û kevnariyê li xweşa wî here, bi taybetî pesindana nijada resen ku bi bayê hebûna xwe rastiya cih pêk tîne.
Cih, her û her, bêyî miletekî “din” e û yên ku soz ji wan re hatiye dan wî tijî dikin. Deverên kurdî bêyî hebûna kurdan yek ji pêwistiyên wergerandina erebiyeke xwerû ne. “Mozan” dibe “Til Elereb”, “Herem Reş” dibe “Safiya”, “Mosîsana” dibe “Eldecac Elxedraa”, “Herem Şêxo” dibe “Qeriyet Bedir”, “Qolo” dibe “Elmermeriye” û “Sîrkê” jî dibe “Elmehbûse” …htd.
Di tomar û qeydên fermî yên dewletê de, qedexe bû kurdek bi navekî kurdî bê tomarkirin. Erebîzm, guherînekê di xislet û taybetmendiyên xwînê de ferz dike. Lê va êdî ew guherînekê di xislet û taybetmendiyên xakê de jî ferz dike.
Babet sade ye û ne hêjayî dilmanî û û li ber ketinê ye. Çimkî hem navên kesayetî û hem navên cih û deveran, li hember dadmendiya serketî yeksan û hevta ne: Dema niha, koka rabirdû û hîmê hebûna xwe ye.
Li gorî yasaya qirkirinê di hin pile û dereceyên dîrokê yên borî de, bîrweriyek bi temamiya xwe aniha tê qirkirin û nehiştin. Dê nevî li reşke û xeyalên bapîrên xwe bizîvirin û wan di parçeyê helawîstî yê berzexê, bêyî niştecîbûneke di mekên de bibînin.
Dîroka niha, bi hêza zimanê erebî ku xwe dispêre cilika xwe ya neteweyî ya mirêsdar, her tiştê ku hebûna miletekî din bibîr tîne piştguh dike û xwe jê xafil dike. Çimkî kurd ne weke hin miletên berê ne ku di pêla qirbûna gel û miletan de rastî nemanê hatin û lewra jî navekî wan di nav tomar û qeydên fermî de ma.
Lê li ser Girê Mozan ku zêrê di kûzan de lê hate dîtin, xeteke sêwî jî ji Boxê Birîva re nehat hîştin.
Guherîna di pênaseyê de dê bibêje, Romên ku şer winda kirin û ber bi asîmanê xwe vegeriyan, ev zêr û şûnwar weke diyarî li gundekî kavilbûyî li pey xwe hîştin, heta neviyên Zêd û Omer hatin. Lewra qet ti kesî beriya wan li wir, li ser Girê Mozên zêr û gewherên dêrîn ranexistiye.
Ev çi tirs e ku rastiyê bi ala partiyê dinixumîne? Ew tenê navên kurdî ne ku ti kesî natirsînin. Êdî çima cih û deveran ji niştecîbûna wan bêpar dikin?