Dilbirîn
Qehremanê esrê bîsta Mistefa Berzanî tû
Kelemê di çavê Tirk û Ereb û Eyranî tû
Nav û dengê te belav bû her şêrê Berzane tû
Her di sînga dijminan de Restem û Şergo ye tû
Li zozik û Hemrîn û Helgurt pêşengê şervan e tû
Neviyê guhderz û Zalê gurzê li meydane tû
Qehremanê Baba Gurgur mêrxas û şêrvan e tû
Her tu wî bejna bilindî Sîpan e û Botan e tû
Çêliyê bazê çelengî bazgerê çiya ye tû
Te serî qet ne tewandî her bavê Mesûd e tû
Generalê Mehabatê hevalê Qazî ye tû
Sitêra ezmanê Kurdî roniya Hewlêr e tû
Kurd li cîhanê danasî dîrok û ferheng tû
Dibistana jîr û zana serok û rêber e tû
Helbest û rist û sirûdî dildarê hozan e tû
Her di qada berxwedanê qêrînê pêşmerge tû
Qet serî te netewandî Kordoxê Mîtan e tû
Çiqasî pesnê t bêjim hêja ye Mistefa tû
Sed hezar silav ji bo te her Bavê Kurda ye tû