Yasîn Hac Hisên
Piştî deh salan…
Me hevdû dît..!
Li welatekî sar
Me destên hev diguvaştin…
Û Çavên hev radimûsandin
Digote min: Min Peyalek şîr divê…
Li wî cihê efsaneyî û sar
Careke din çavên min guvaşt
Û bi ramûsaneke din
Bi germî digote min: Em ê vegerin…
***
Hevalekî min helbestek bideng ji min re şand
Dengê wî, perçak ji helbestê û buhuştê bû…
Bang dikir: Ger ez mirim…….
Payîz dinixumandin û li min dipêça.
Dema bi min re axivî
Ji min re got:
Çima baran dibare?
Min got:
Çima firîşte têne ber çavên min…?
Çima xatir ji gotinên te dibarin?
Rewrewk bûbû sînorê navbera min û Xwedê…
***
Sê caran dengek ji dûr dihate min:
Yasîn… Yasîn… Yasîn.
Deng li qiraxa buhuştê fetisî…
Ez jî di nava bombeyên rewrewkê de dialiyam…
Mîna serxweşan (Giriyê Ehmed Huseynî,,, hesretên Ciwan Xoce,,, Oda Ebdulqadir Mûsa ya tije çixare û helbest,,,hêstirên di nava dilê Xesan Cangîr,,, çixareyên E’bduletîfê Huseynî,,, stranên Mehmûd yên beravêtî)
Binxet li ber çavên min dibû gulokek berfê…
Dema ew wî dengî,,, xatir ji min xwest…