Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî mondiyalê dişopîne, wî nîşan kir ku ew bi tîma Elmanî re ye û dixwaze ew biserkeve, razîbûna xwe ji tîmên Italya û Ispaniyayê jî ne veşart. Barzanî di dîdarekê bi kovara Gulan a kurdî re got: Ez ji fotbolê hes dikim, dema ez xwendekar bûm ez pê dilîstim ta ku carekê min destê xwe jî ji ber wê şikand.
Serok berdewam kir: Ez jibîr nakim ku min diyariyek ji tîma Îtalyayê wergirt sala 1991ê gogek ji min re şandin imzeya hemî lîstikvanan li ser bû, li ser nivîsandibûn (tev heskirin û rêzgirtina me ji kurdistanê re).
Li ser tîma ku Barzanî xwe ji heskiriyê wê dibîne got: Ezê kêfxweş bim ku tîma Elmanî di lehengiyê de bi serkeve tîma Ispanî jî pir ji lîstikvanên wê ji tîma Berşelona ne û bi awayekî xweşik dilîzin ku dihêlin mirov bixwaze ku Ispanya di lehengiyê de biserkeve.
Gotina xwe bi dawî kir û da xuyan ku kêfa wî ji lîstikvanê Erjentînî liyonêl Mêsî jî re tê.