Di şeva borî de 14-6-2014an li bajarê Tirbespiyê yê ku rojhilatî bajarê Qamişlo bi 25 KMeyan dikeve, roja şemiyê teqîneke xwekujî nêzîkî gaziyê li ser riya Dêrik Qamişlo çêbû, di encamê de li gor jêderên ewlehî û ragihondinê 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan di nav wan de zarok û koçberên gundewarên Helebê hebûn û bêhtirî 20 birîndaran û ziyanine aborî mezin giha dikanên nêzîkî cihê teqînê.
Tê gotin ku hin birîndarên hatin guheztin bo nexweşxaneyên Tirbespiyê, Qamişlo û Girkê Legê di rewşeke ne xweş de ne.
Îro rêwresmên veşartina pakrewanan li goristana gundê Dugirê bû di nav beşdariyeke mezin ji cemaweran.
Di daxuyanekê de ku ji Encûmena Zagonsaziyê ya Xweseriya Demukrat derketibû, tê de hatibû ku teqînê mala endamê encûmenê Elî Elgiʼûd armanc kir, di encamê de pir kes ji malbata wî û hemwelatiyên sivîl Kurd û Ereb û hin koçber şehîd bûn.
Daxuyan berdewam dike: Ev kiryara tirsonek û tundrew hevjiyana aştiyane di navbera pêkhatên Kurd û Ereb û Siryan armanc dike, rewşa demukratî ya ku ji bo kirîza sûriyê çareseriyeke demukrat û şaristanî ye armanc dike, ev armanckirina hemû prinsîpên mirovane ye.
Li dawiyê daxuyan vê kiryarê şermezar dike, tekez dike ku hovîtî û tundî wan ji xebata ji bo biserketina ezmûneya demukratiyê venagerînin.