Bi amedebûna hejmarek ji rêxistinên siyasî û tevegerên rewşenbîrî û komele û rêxistinên jinan li Qamişlo, Patiya Demokratî Kurdistanî – sûriya, bîranîna pêncî û heftê ya damezirandina partî bi bîr anîn, li herêma rojhilatî Qamişlo li yarîgeha cirnikê.
Aheng dest pê kir bi silavkirina beşdaran û demek bêdengî li ser canê pakrewanan, piştre gotina bîroya siyasî ya Partî ku mamoste Muhsin Tahir pêşkêş kir, di nav axafitina xwe de behsa rola tekoşîna dîrokî ya kurdan li sûriyê, herweha derbarî rewşa awarte û dijwariya ku gelê suriyê di vê kirîzê de tê de dijî axivî û ew rewş gihan ku, herweha Tahir ew kiryarên ku Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) pê radibe şermezar kir, çi girtin be çi dûrxistin be li dijî hevalên Partî û herwiha girtina nivîsgehan, êrîşên ku Da’iş li dijî weatiyên kurd di gelek herêman de dike.
D daxweyanîk taybet ji (Bûyerpress) re, mamoste Mihemed Ismayîl endamê bîroya siyasî ya Partiya Demokrati Kurdistanî – Suriya:
ʺMe dixwest bi vê ahengê di bin siya Encumena Niştimanî Kurdî rabin, lê ezîtiya partîtî ji aliyê hin partiyan mîna partiya Pêşverû û Alpartî (baskê Nisredîn) nehiştin ku ew yek çêbibe, derbarê neamedbûna sikreterê Partî berêz Siʼûd Almela sedema wê ku nehiştin derbas bibe tevlî ku dergeh vekirî ye ji yên ku vedigerin welatʺ.
Piştre mamoste Ekrem Xelef gotina yekîtiya xwendevanên kurdistanê- rojava pêşkêş kir. Herwiha berêz Fêsel Yûsif serokê Tevgera Çaksaziyê gotinek bi bîranîna damezirandina Partî pêşkêşê kir, behsa xalên dîrokî yên kurdên suriyê kir.
Birûskek ji aliyê Rêxistina Asorî ya Dimokratî hat xwendin, ku mijara wê li ser pêwîstiya yekîtiya hemû pêkhatiyên herêma me û pêwendiyên dîrokî di navbera herdu alîyên bira de.
Li dawiyê gotina yekîtiya jinên kurdistanê û gotina yekîtiya jina azad hate xwendin.